301 kuştiyên Qesra Erdogan
Navên 301 fermandarên asta bilind, ên ku di berxwedaniya Sûr û Cizîrê de hatine kuştin derketin holê
NAVENDA NÛÇEYAN – Şer û êrîşên dewlet Tirkiyê ji Tirmeha 2015’an heya vê kêliyê didome, navên 301 fermandarên asta bilind, berpirsên lojmanên polîsan û alîkarên wan, hêzên taybet, leşker, cerdevan, polîs û polîsên sivîl yên ku di berxwedaniya Sûr û Cizîrê de hatine kuştin derketin holê.
Berxwedaniya dîroka ya gelê Bakûrê Kurdistanê li hemberî hemû êrîşên dewleta tirk yên bi tang top, hawan û hemû cûrên çekên giran têkoşîn dikin. Hêzên parêzvanê Qesra Erdogan qasî 6 mehin bi hemû şêwazan dixwazin bikevin taxê ku Rêveberiya Xweser hatiye îlan kirin nikarin li hemberî berxwedaniya gel û YPS/YPS-JIN pêşde biçin.
Her wiha Erdogan û Artêşa Tirkiyê ya ku rastiyan berevajî dike û hewil didin windahiyên xwe ji raya giştî veşêrin lê bê encamin. Herî dawi di hesabên civakî yên weke Twitter û Facebook de navên 301 fermandarên asta bilind yê Artêşê , berpirsên lojmanên polîsan û alîkarên wan, hêzên taybet, leşker, cerdevan, polîs û polîsên sivîl yên ku di berxwedaniya Sûr û Cizîrê de hatine kuştin derketin holê.
ANHA