30 gardiyanî li 3 girtiyan îşkence kir
Li Tekîrdagê 30 gardiyan li 3 girtiyan îşkence kir
HAMDULLAH KESEN 6 girtiyên Girtîgeha tîpa F a Kurkçulerê mehek berê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T2 ya Tekîrdagê hatibûn kirin. Ji 6 girtiyan jê 3 girtî di 24'ê Çile de ji aliyê 30 gardiyanan ve rastî lêdanê hatin. Malbatên girtiyan serî li Şaxa İHD'ê ya Edeneyê dan û alîkarî xwestin. Xwişka Hasan Akin Ozlem Akin, diyar kir ku birayê wê rastî lêdanê hatiye û laşê wî reş û şîn bûye.
Girtiyên ku sirgûnî girtîgehên nû dibin rastî lêgerîna dijwar tên. Girtiyên ku vê yekê qebûl nakin ji rastî lêdanê tên. Gelek girtî jî rastî cezayê hucre û dîsîplînê tên. Niha jî 6 girtiyên Girtîgeha tîpa F a Kurkçulerê mehek berê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T2 ya Tekîrdagê hatibûn kirin rastî ledanê hatin. Ji 6 girtiyan jê 3 girtî di 24'ê Çile de ji aliyê 30 gardiyanan ve rastî lêdanê hatin. Girtiyê ji Girtîgehat Tîpa F a Kurkçulerê sirgûnî Girtîgeha tîpa T2 a Tegirdaê hat kirin Mehmet Halît Oruç bi telefonê li birayê xwe Abdulhalik Oruç geriya û diyar kir ku di Koxuşa A-11'an de 3 girtî di 24'ê Çile de ji aliyê 30 gardiyanan ve rastî lêdanê hatine. Oruç, ji birayê xwe xwest vê yekê bi cemaweriyê re arve bike. Oruç li ser vê yekê serî li Şaxa ÎHDê ya Edeneyê da.
Oruç, anî ziman ku birayê wî diyar kiriye ku girtî di bin gefa gardiyanan û midûrê girtîgehê de dijîn. Oruç, ani ziman ku ji ber êrîşên li hemberî girtiyan pêk tên ew bi fikar û tirs in. Oruç, anî ziman ku ger tiştek bi girtiyan bê berpirsiyarê vê yekê wezîrê Dadê ye.
Akin: Ewlehiya girtiyan tune
Xwişka girtî Hasan Akin Ozlem Akin jî anî ziman ku birayê wê piştî sirgûnî Girtîgeha Tipa T2 a Tekîrdagê hat rastî gefan hat û ji piştre jî rastî lêdana gardiyanan hat. Akin, anî ziman ku wan serî li Dozgeriya Komarê ya Tekîrdagê da. û wiha got: "Me pişt re jî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê da û alîkariya hiqûqî xwest. 30 gardiyanan bi ser odeya 3 girtiyan de girtine û li wan îşkence kirine. Li ser bedena birayê min şopa lêdanê heye. Bedena wî reş û şîn bûye. Ger ku tiştek bi serê girtiyan bê berpirsiyar Wezîrê Dadê ye.
Rayedarên Girtîgeha Tîpa T2 a Tekîrdagê jî diyar kirin ku de nikaribin agahiyê bidin. Serokê Şaxa TUAD'e ya Stenbolê Prz. Sînan Zincîr jî diyar kir ku li Girtîgeha Tekîrdagê her ku diçe zext û zordarî zêde dibin.
(mae)