31 jinî xwe şewitand
Di mehekê de li Herêma Federal a Kurdistanê 31 jin xwe şewitandin
Li Herêma Federal Kurdistanê zext û şideta li ser jinê her ku diçe zêde dibe. Ji ber zextên zêde di nava mehekê de 31 jinan xwe şewitandin û jinek jî hate kuştin.
Ji ber ku zextên li ser jinê zêde dibin jin dikevin nava çalakiyên cûda. Li Herêma Federal a Kurdistanê di nava mehekê de li dijî 367 jinan tundî hate meşandin. Di meha nîsanê de li Duhok, Silêmanî û Hewlerê 31 jinan xwe şewitand û jinek jî hate kuştin. Li Duhokê 17, li Silêmaniyê 4 û li Germiyanê jî 7 jin ketin nava hewldanên xwe şewitandinê. Li aliyê din 90 jin jî ji aliye xizmên xwe ve rastî êrîş û zextên cûr be cûr hatin. Ji ber zext û îşkenceya li hember jina di meha borî de 218 jinan serlêdanên ku rastî îşkenceyê hatine li saziyan dan. Li Hewlêrê 72, li Silêmanî 71, li Duhok 58, li Germaiyan ji 17 jinên ku rastî tundiyê hatin serî li saziyan dan.
(eî/mae)