31 sal in ji bîr nebûye
Di ser darbeya leşkerî ya 12'e Îlona 1980'ê re 31 sal derbas bû, lê hêj îşkence û hovîtiya wê demê li girtîgeha Amedê nehatiye ji bîrkirin. Şahid û mexdûrê pêkanînên girtîgeha Amedê Rahime Kesici, diyar kir ku zindana Amedê tije zor, zahmetî, xwîn û îşkence bû û wiha got: "Me li wir hovîtî dît. Zilm û zordarî dît. Îşkenceya herî xedar dît. Ez 45 rojan di bin çavan de rastî îşkenceye hatin û çave min girêdayî man."
31 sal berê li zindana Amedê bi hezaran welatiyên kurd bûn mexdûr û şahidên darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'ê yan. Darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ji ber ku bi hezaran mirov mexdûr kirin û seqet hiştin, di jiyana gelek mirov de wekî birînek kûr hiştiye. Di darbeya leşkerî de 300 mirov bi şik û guman hatin kuştin. 650 hezar mirov hatin binçavkirin. 571 kes rastî cezayê darvekirinê hatin. Milyonek û 683 kes hatin deqkirin. Gelek rojname hatin girtin. Îşkenceya herî giran û hovane li ser mirovan hate meşandin.
Li girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê jî bi hezaran kurd rastî îşkecê û lêdanê hatin. Zilm û zordariya herî mezin pêk hat. Diranê mirovan hate rakişandin. Neynûkê mirov hate kişandin. Çermê mirov hate birîn. Pîsî bi mirovan dane xwarin. Xwê xistin birînên mirovan û xwestin ku rûmeta wan û vîna wan binpê bikin. Lê li gel vê yekê Wekî Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtaş û hevalên xwe, Kemal Pîr û hevhevalên xwe serî li hemberî vê zilmê serî danenîn û di ber xwe dan. Bi berxwedanên xwe û çalakiyên xwe dawî li vê zilm û zordariyê anîn. Kesên bi bedena xwe ev zilm şikandin û dawî li jiyana xwe anîn, bûn dîrok û di hiş û dilan de bi cih bûn, kesên ku ketin ber pêlê hovîtiya Zindana Amedê û filitîn jî şahid û mexdûrê vê zilmê hêj her roj zindî zindî tev li vê birînê dijîn.
Yek ji ji mexdûr û şahida vê zilmê Rahime Kesîcî ya ji Sêweregê ye. Rahîme Kesîcî ku ji Sîweregê ye dema ket ber pêlê darbeya leşkerî û li zintana Amedê hate girtin 21 salî bû û xwendekê pola 4'an a Zanîngeha Dîcleyê bû.
Li zanîngehê di serdegirtina kampusê de hate binçavkirin. Kesîcî li gel sedan hevalê xwe yê zanîngehê hate binçavkirin. Kesîcî, ji destpêka binçavkirina xwe heta serbest hate berdan serpêhatiyê xwe anî ziman û hovîtiya wê demê bi ajansa me DÎHA'yê re parve kir. Kezîcî anî ziman ku wê demê di rêveberiya Komeleya Jinên Demokrat a Zanîngeha Dîcleyê (DDKD) de cih digirt û wiha got: "Wê demê komeleyê xwendin û nivîsnadin fêrî kesên ku xwendin û nivîsandina wan tune bû dikir. Her wiha kesên ku amadekariya zanîngehê dikirin em ji wan re dibûn alîkar. Piştî ku ez hatin binçavkirin ez 45 rojan di bin çavan de mam."
'45 rojan di bin çavan de çavê me girtî ma'
Kesîcî, bal kişand ser 45 rojên ku di bin çavan de derbas kir û destnîşan kir ku 45 rojan di bin çavan de ma û 45 rojan çavê wê wê girêdayî ma. Kesîcî, bal kişand ser îşkenceya di bin çavan de û wiha got: "Elektirîk tan serê tiliyê me. Em xistin feleqeyê. Bin piyê birîn kirin û em li ser xwe dan meşandin. Dest tacîzî me dikirin. Bi kuştina dê û bavê me gef li me dixwarin. Em rojê carekê derdixistin tuwaletê. Dema em diçûn tuwaletê jî di bin çopê leşkeran de em diçûn."
Kesîcî, bilêv kir ku polîsên jin jî wekî polîsên zilam îşkence bi wê kir û neheqî li wê kir û ev yek bi wê pir sosret hat. Kecîsî, destnişan kir ku ev yek li dijî ruhê jinê û dayikê ye û jinên bi vî rengî nikarin dayiktiyê bikin û ji zarokên xwe hes bikin. Kesîcî, bilêv kir ku porê wan jê dikir û dixwestin ku rûmeta wan têxin bin pîyan û wiha berdewam kir: "Laçikên dayikên mezin ji serê wan dikirin û servekiri dihiştin. Êrîşî hemû nirxên civakê û jnê dikirin. Li gel îşkenceya fîzîkî îşknceya psikolojîk ku rûmeta mirovan û vîna mirovan bişîne zêde dikirin. Hemû dîwarên hucreyan bi xwînê û boyayên cuda reng kiribûn. Wêneyên alên Tirkiye, gotinên qirêj ku rûmetê dişkîne nivîsandibûn. Ji bo ku derûniya mirovan xera bike her tişt dikirin. Di nava liv û tevgerên pir cuda de bûn. Xwarina ku ji mere dihat dixistin xwarê qirêj dikirin û didan me. Hin caran pîvaz û zeytûn ji bo mexwarina herî hêja bû.
'Bawerî û biryara me em li ser piyan hiştin'
Kesîcî, destnîşan kir ku di bin çavan de îşkenceyên fîzîkî û derûnî yên herî giran dîtin û ji ber ku baweriya wan û biryara wan zêde bûn li hemberî vê tundiya hovane bi ser ketin. Kecîcî, bilev kir ku bi piranî li erdê radizan û di demsala zivistanê de tenê bi bataniyekê radizan. Kesîcî, daxuyand ku ij ber baweriya wan pir zêde bû û xeyalên wan gelek xurt bûn îşkence vala derxistin. Kesîcî, bilêv kir ku pergalê herî zêde dixwestin ku wan tasfiye bibin û bikin perçeyekî pergalê û wan ji doza wan poşman bikin û wiha pêde çû: "Pergal di armanc û daxwaza xwe de bi ser neketin. Ji ber ku em teslîm nebûn û poşman nebûn. Wan xwest ku vîna me bişkîne û em poşman bibin. Lê têkoşîna me ev daxwaza wan vala derxist." Kesîcî, bibîrxist ku pergalê nirxên civakê û pîvanên feodaliyê li pêş wan dikir amûr û bi rêbazên ku karibin jinê di nava civakê de bixin û bê rûmet û vîn bihêlin êrîşî jinê dikirin. DÎHA (mae)