1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 346 roj in hevdîtin tên astengkirin
346 roj in hevdîtin tên astengkirin,346,roj,in,hevdîtin,tên,astengkirin

346 roj in hevdîtin tên astengkirin

346 roj in hevdîtinên bi Ocalan re tên astengkirin

A+ A-

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hincetên wekî; "keştî xirabe ye", "ba û bahoz heye" 346 roj in nikarin bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriya komarê ya Bursa û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê dan. Rêveberiya girtîgehê dîsa bi hinceta ku "keştî xirabe ye" hevdîtin asteng kir.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ango ev 346 roj in ji bo bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî lê didin, lê her car bi hincetên wekî; "keştî xirabe ye", "ba û bahoz heye" û "keştî ji temîrê zivirî lê ewraq kêm in" hevdîtin tên astengkirin.

(ak)