1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 350 hezar îmze hatin komkirin
350 hezar îmze hatin komkirin,350,hezar,îmze,hatin,komkirin

350 hezar îmze hatin komkirin

Li Herêma Kurd ji bo rakirina baragehên tirk 350 hezar îmze hatin komkirin

A+ A-

Li Herêma Federal a Kurdistanê bi boneya baragehên leşkerî yên tirk ên li herêma kurdan bên rakirin 350 îmze hatin komkirin. Îmzeyên hatin komkirin dê ji NY, YE, Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Federal a Kurdistanê re bên şandin.

Kovara Hamdem û û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, di çarçoveya kampanya "Bila Leşkerên Tirk baragehên xwe bar bikin" di 19'ê kanûnê de dest bi komkirina înzeyan kirin. Di kampanya ku dê heta 14'ê sibata 2012'an bidome heta niha 350 hezar îmze hatin komkirin. Xwediyê Îmtiyazê yê Kovara Hawdem Arî Şêxanî, anî ziman ku baragehên leşkerên tirk li herêma Duhok, Bamernî, Kanimasî, Batofa û hin cihên din hatine bicihkirin û zerarê didin welatiyan. Şêxanî, da zanîn ku armanca wan milyonek îmze ye û heta niha 350 hezar îmze kom kirine.

Şêxanî da zanîn ku heta niha xwendekar, siyasetmedar, nivîskar, hîndekar û gelek pêşengê civakê îmze avêt bin îmzeyan. Şêxanî, da zanîn ku heta niha li Hewlerê 110 hezar, li Silêmaniyê 120 hezar, li Mexmûrê 4 hezar û 500 îmze kom kirine. Şêxanî destnîşan kir ku armanca wan heta 14'ê sibatê milyonek îmze ye. Îmzeyên hatin komkirin dê ji NY, YE, Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Federal a Kurdistanê û DMME'ê re bên şandin. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî