1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 350 salan de hatiye çêkirin niha bûye makêt
350 salan de hatiye çêkirin niha bûye makêt,350,salan,de,hatiye,çêkirin,niha,bûye,makêt

350 salan de hatiye çêkirin niha bûye makêt

A+ A-

AMED (DÎHA) - Xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Fesîh Gundogar ji bo makêta bedenên Amedê ku di 350 salan de hatiye çêkirin 19 salan xwebitî û makêta wê çêkir. Gundogar xeyala xwe bi van gotinan anî ziman: "Xeyalê min ev e ku ez van bircan wekî mûzexane nîşanî gel bidim."

Dîroka destpêkê ya bedenên Amedê nayê zanîn lê bêlê li gorî hinek agahiyan dibêjin ji P.Z. di sala 349'an de ji aliyê împeretoriya Romayê ve ji gelek aliyan ve hatiye fireh kirin û sazkirin, li gorî şeklê niha yên bedenen Amedê ji aliyê îmeretor Justinianus ve ji gelek aliyan ve hatiye sazkirin, dîsa împarator Justinianus ji derve û hindirê bedanan kiriye du beş. Bedenên Amedê B.Z. di sala 3000'an de ji aliyê Huriyan ve hatiye çêkirin. 4 deriyên bingehîn Deriyê Çiyê, Deriyê Rihayê, Deriyê Mêrdînê û Deriyê Nû yên bedenên Amedê hene û li ser bedenê Amedê jî 82 birç hene. Bilindiya dîwarê wê jî 12 metre, firehî jî 12 metre û dirêjiya wê jî 5 kîlometre ye. Bircên heya roja me ya îro jî girîngiya xwe winda nekiriye jî ev in: "Birca Bizina, Birca Heft Bira û Birca Ben û Sen." Bircên Amedê tê payîn ku di nava 350 salan de hatiye çêkirin û heta roja me li ser lingan maye. Bircên dîrokî her sal ji aliyê gelek turîstan û dîroknasan ve têne ziyaretekirin bûn makêt. Fesîh Gundogar (44) ê ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebite, dibistana seretayî pola çaremîn qedandiye. Gundogar weke mîmarekî bedenên Amedê yên nêzî 5 kîlometre dirêje xiz kir û 19 sal li ser kar dike niha jî bedenên Amedê kir makêt.

Her dem di xeyala min de bû

Fesîh Gundogar ji zarokatiya xwe de xwestiye makêtên bedenên Amedê çêke û cara destpêkê ye bi kevirê kolayî yê kils di sala 1984'an dest bi çêkirina mizgeftekê kiriye, dîsa di sala 1993'yan de makêta Kervansarayê çêkiriye ev jî hêz coşekê didiyê ev ji dibe sedema ku bi serkeftinê dest bi çêkirina makêtên bircên Amedê bike. Gundogar diyar kir ku çêkirina bedenên Amedê di zarokatiya wî de di xeyalê wî de bû ye û li ser vê yekê wî biryar girtiye ku makêta bedenên Amedê çêbike. Derfetên çêkirina van makêtan, di sala 1995’an de ketin destê wî.

19 sale ez li ser bircan dixebitim

Gundogar anî ziman ku wî di zarokatiya xwe de, rojek kevirek dîtiye û ji vî kevirî jî mizgeftek çêkirye, piştî wê makêta Kervansarayê çêkir û wiha got: “Li ser vê yekê, ez fikirîm. Min got ez ê karibim ji van keviran bedenên Amedê jî çêkim. Ji be vê yekê jî min dest bi çêkirina bedenan û bircan kir. Tevî bircên di hundirê bedenan de, heye niha min 109 birc çêkirîne. Pêwîste ez çemê Dîcle û baxçeyên Hewselê jî çêkim. Ev 19 sal in ez li ser van bircan dixebitim. Xeyalê min ev e ku ez van bircan wekî mûzexane nîşanî gel bidim."

Di 40 pêşengehan de nîşan da

Gundogar anî ziman ku di nava makêta bedenên Amedê yên çêkiriye de,18 mizgeft, 4 medrese, 4 xan, 2 qonax, 8 mescîd, 9 hemam, 11 dêr û 5 hezar malên dîrokî hene. Gundogar derbarê pêşengehê vekiriye de jî ev tişt gotin: “Min makêta bircan, di 40 pêşengehan de nîşan da. Min li Enqereyê, Antalya, Stenbolê, Bîlecîk, Bursa, Amed û li Rojhilat Navîn pêşengeha van makêtan vekir.”

Bircên Amedê navenda dilê tevahî amediyan dagir dike

Gundogar li ser rewşa bedenên Amedê agahî dan û wiha got: “Bircên Amedê ji bo gelê Amedê xwediyê cihekî taybet e. Bedenên bêhempa yên Amedê bêguman navenda dilê tevahî amediyan dagir dike."

(oî/wk)