3 hezar îmze jî ji rojavayê Fransayê
Li rojavayê Fransayê ji bo Ocalan 3 hezar îmze hatin komkirin
Di çarçoveya Kapmanaya “Ji Ocalan re Azadî” de, ku ji aliyê Înisiyatîfa ji Ocalan re Azadî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li herêma Brentonya ya li rojavayê Franseyê ye, stand hatin vekirin û nêzî 3 hezar îmze hatin berhevkirin.
Ji berdevkên Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî, Sever Derwêş, diyar kir ku amranca wan ew e ku ew li bajarên Rennes, Lorient û St. Brieucê 50 hezar îmze berhev bikin û ragihand ku ji ber belavokên wan bi dest belav kirine, eleqeya ji bo kampanyayê zêde bûye. Derwêş da zanîn ku dê komîsyona wan dawiya her hefteyekê li bajarek cûda kampanyayê bidomînin û di rojên pêş de dê li bajarên Nantes û Vannesê stand bêne vekirin.
Her wiha, Înîsiyatîfê belavokên Frensî jî belav kir û di belavokan de behsa greva birçîbûnê ya ku di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de hatine destpêkirin, têkirin û bang tê kirin ku li hemberî vê yekê bê deng nemînin.
ANF NEWS AGENCY