3 jin, 3 çîrok
Yek 42, yek 40 û yek jî 37 salî ye. Çîroka hersêyan jî dişibe hev. Hersê jin li heman gundî jiyan dikin û bi keda xwe zarokên xwe xwedî dikin
NEWROZ OSMAN
EFRÎN – Yek 42, yek 40 û yek jî 37 salî ye. Çîroka hersêyan jî dişibe hev. Hersê jin li heman gundî jiyan dikin û bi keda xwe zarokên xwe xwedî dikin.
Jinên bi navê Xedîce (42), Elya (40) û Emîne (37) li gundê Aqibê ya yê girêdayî navçey Şêrawa ya Kantona Efrînê jiyan dikin. Hersê jî ji pêkhateya ereb in û piştî zewacê hatine vî gundî. Xedîce û Emîne xîşkên hev in. Elya û Emîne piştî ku hevserên wan jiyana xwe ji dest dane, têkoşîna xwe ya jiyanê û xwedîkirina zarokan domandiye. Xedîce jî piştî ku hevserê wê bi jineke din re zewicî û ew terikandin, hatiye vî gundî cem xwîşka xwe.
Elya Suleyman
Elya Suleyman 40 salî û ji pêkhateya ereb. Bixwe ji ji gundê Herbenuş ê girêdayî herêma Marêt Missrîn a bajarê Idlibê ye. 15 sal beriya niha bi kesekî ji gundê Aqibê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê re zewicî ye. Piştî zewacê jî li vî gundî bicîh bûye û 5 zarokan çêbûne. 5 sal beriya niha hevserê wê di encama teqînek xazê de jiyana xwe ji dest daye. Piştî qezayê bi 5 zarokên xwe re li gund jiyana xwe didomîne.
Zarokê wê yê herî mezin 12 salî ye, lewre di malê de kesekî ku kar bike nîn e. Lê gundî alîkariya wan dikin. Elya Suleyman jî, ji rîsê ku gundî jê re tînin cilan çêdike û heqdestiya xwe digire. Zarokên wê jî di demsalên buhar û havînê de daran kom dikin û difiroşin.
‘Min cudahiya kurd û ereban nedît’
Elya Suleyman diyar kir ku piştî hevserê wê jiyana xwe ji dest da, bi zarokên xwe re li gund maye û got: “Ez li vir kêfxweş im, wekî ku di nava mirovên xwe de jiyan di kim. Gundî gelekî alîkariya me dikin û nehiştin em muhtacî tiştekî bibin. Lewma min xerîbî jiyan nekir. Ji ber vê yekê ez qet nefikirîm ji vir derkevim û vegerim Idlibê. Elya anî ziman ku di gund de kurd û ereb jiyaneke hevbeş jiyan dikin û got: “Ev 15 sal in li vî gundî jiyan dikim, lê ez rastî û fer û cudahiyan nehatim û gelekî alîkariya min dikin.”
‘Gundî alîkarî dikim, em jî dixebitin’
Elya destnîşan kir ku li gel piştgiriya gundiyan ew jî hewl didin ku debara xwe bikin û wiha dom kir: “Ev 5 salên min hevserê xwe winda kiriye. Alîkariya gundiyan şertên jiyanê yên zor hêsan kirin. Kurê min ê 12 salî mecbur ma ku dest ji xwendinê berde, dest bi kar bike da ku pişgirya me bike. Ez bi xwe jî carina li ser destan rîs vedihunim û cilan çêdikim ji bo ku debara xwe bikim.”
Alya da zanîn ku wê tu carî zewaceke duyemîn an jî terikandina zarokên xwe ne fikiriye û ev bang li dayikan kir: “Divê hemû dayik bi erka xwe ya dayiktiyê rabin û li çanda dayîkê xwedî derkevin. Dayik dikarin hezkirin, germahiya xwe û her tiştekî bidin zarokan.”
Tevlî berxwedanê jî bûye
Elya li rex têkoşîna xwe ya ji bo debarê, di heman demê tevlî xebatên berxwedanê yên li dijî êrîşên li ser herêmê jî bûye. Alya anî ziman ku di dawiya buhara 2013’an de li gundê Aqîbê di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de şerekî ku nêzî 23 rojan dom kiriye, derketiye û got: “Ji dema ku şer destpê kir ve min bi jinên gund re xwarin ji bo şervanên YPG û YPJ’ê amade kir.”
Elya her wiha tevlî xebatên parastina cewherî jî bûye û ev mijar jî wiha anî ziman: “Bi armanca xwe parastinê û liser daxeza xwe ez tevî jinên gund ez beşdarî dewreyeke perwedeya fêrbûna çekan bûm. Min perwedeya leşkerî dît.”
Elya kuniha jî xwe amade dike ku perwedeyeke bi zimanê kurdî bibîne, got: “Ez ji zimanê kurdî hez dikim, ez ê fêrî zimanê kurdî bibim da ku ez karibim alîkarîya zarokên xwe bikim û wan fêrî xwendina bi zimanê kurdî bikim.”
Du xwîşk
Herdu xwîşkên bi navê Emîne û Xedîce Qidu jî ereb in û ji herêma Erîha ya ku dikeve navbera bajarên Idlêb û Latkîyê ne. Rêya wan jî ketiye gundê Aqibê û serpêhatiyek wekî ya Elya jiyan kirine.
Emîne Qido
Emîne Qido ya 37 salî ev 16 sal in li gundê Aqibê jiyan dike. 16 sal beriya niha bi bavê hevserê Elya re zewicî ye û 3 zarokên wê hene. 11 sal beriya niha jî hevserê wê jiyana xwe ji dest daye. lê wê jî dest ji zarokên xwe bernedaye û zewacek duyemîn nefikirî ye.
Emîne jî bi alîkariya gundiyan debara xwe dike. Carinan jî ew bixwe diçe daran kom dike û difiroşe. Emîne derbarê mijarê de wiha got: “Dema hevserê min jiyana xwe ji dest da, keça min tenê 4 mehî bû. Ez bi zarokên xwe re mam û min ew xwedî kirin. Min hewl da ku ez wan baştir xwedî bikim. Gelê gund jî gelekî alîkarî kir. weke ku ez keçeke wan bim bi min re eleqedar bûn û ez rastî tu ferq û cudahiyan nehatim.”
‘Kurd gelekî dilsoz in’
Emîne destnîşan kir ku beriya were herêma kurdan, wan bihîstibûn ku kurd mirovên kafirin û bêîman in, lê piştî hatiye herêmê tiştên berevajî vê yekê dîtine û wiha dom kir: “Min dît ku gelê vê herêmê mirovên başin. Gotinên ku dihatin gotin derew bûn û tu rastiyan nebû. Berevajî vê yekê kurd mironên bi rûmetin, xwedî îman in û dilsoz in. Rusipîyen vî gundî derbarê mijara olî de xwedî agahî û zanisteke kûr in.”
Xedîce Qido
Xedîce Qidu ya 40 salî jî piştî ku zewicî, li taxa El Sokerî ya bajarê Helebê bicîh bibû. Lê dema ku bûyerên li tevahiya Suriyê û bajarê wan destpê kirin, hevserê wê bi jineke din re di zewice û diçe bajarê Latkiye. Xedîce jî bi 3 zarokên xwe re bi tenê dimîne.
Xedîce piştî ku hevserê wê ew terk kirine, tevî zarokên xwe nêzî sal û nîvek beriya niha hatiye gundê Aqibê cem xwîşka xwe Emîne. Niha jiyana xwe li cem xwîşka xwe didomîne. Hinek caran jî li cem Elya dimîne.
Xedîce ku ew jî bi alîkariya gundiyan debara xwe dike û got: “Piştî ku ez hatim gund, min ji gundiyan kêfxweşî û pêşwazîyeke baş dît. Xelkê vî gundî mirovên bi rûmet in, weke ku ez ji nava wan im bi min re eleqedar bûn.”
‘Tevlî perwerdeya parastina cewherî bûye’
Ji ber ku li gund li hemberî êrîşên çeteyan xebatên birêxistinkirina parastina cewherî tên meşandin, Xedîce jî wekî gelek jinan tevlî perwerdeya fêrbûna çekan bûye. Xedîce got: “Bi armanca xwe parastina cewherî, min û keça xwe Rîm ya 14 salî me navê xwe qeyd kirin û tevî jinên li vî gundî perwerdeya bikaranîna çekan dît. Bi vê yekê em dixwazin parastina xwe ji êrîşan biparêzin.”
Xedîce got ku dima pevçûnan ên di demên borî de ambargo li ser gund hebû, lewre hinek zehmetî kişandine, lê dîsa ew gund terk nakin û ji halê xwe razî ne.
(aq)
ANHA