1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 3 klasîkên kurdî yên nayên zanîn hatin çapkirin
3 klasîkên kurdî yên nayên zanîn hatin çapkirin,3,klasîkên,kurdî,yên,nayên,zanîn,hatin,çapkirin

3 klasîkên kurdî yên nayên zanîn hatin çapkirin

A+ A-

GOKHAN ALTAY

AMED (DÎHA) - Sê pirtûkên klasîk ên kurdî ku heya niha zêde nayên nasîn li pirtûkxaneya kurdî zêde bûn. Pîyesên bi navê "Reva Jinê" a Wezîrê Nadir û "Koçeke Derewîn" a Erebê Şemo ku di destpêka salên 1900'an de hatine nivîsandin ji aliyê Weşanxaneya Belkiyê ve hatin çapkirin. Di heman demê de pirtûka bi navê "Dîdarê Yar" a Şêx Şemseddînê Exlatî ku helbestvaneke ji nifşê Melayê Cizîrî ye jî di nav klasîkên ku hatine çapkirin de hene.

Gelek pirtûkên kurdî ku di salên 1900'an de hatine nivîsandan hêdî hêdî derdikevin holê û tên çapkirin. Gelek ji wan piştî careke din heya niha nehatin çapkirin û navên wan jî hêdî hêdî tên jibîrkirin. Weşanxaneya Belkiyê di vî warî de gavek girîng avêt û sê klasîkên kurdî ku zêde nayên zanîn çap kirin û li pirtûkxaneya kurdî zêde kir. Belkiyê, pirtûka "Koçeke Derewîn" a Erebê Şemo ku yekemîn nivîskarê kurdî ye, pirtûka "Dîdarê Yar" a Şêx Şemseddînê Exlatî ku nifşekî ji nifşê Melayê Cizîrî ye û pirtûka "Reva Jinê" ya Wezîrê Nadir ku di dema Serokê Îstixbarata Sovyetan a beşa Îranê bû çapkirin. Du pirtûk li ser texsta şanoyê ji şanoyên ewil in û yek jî helbest e.

"Koçeke Derewîn" a ku zêde nayê zanîn jî hat çapkirin

Pirtûka bi navê "Koçeke Derewîn" ku di wêjeya şanoyê de duyem şanoya kurdî ye ya Erebê Şemo berî romana "Şivanê Kurmanca" bi pênc salan di sala 1930'an de hatiye nivîsandin. Şanoya "Koçekê Derewîn" di kurdî de duyem şanoya bi kurdî ye û her çiqas qelsî hebin jî ji bo şanoya kurdan teksteke girîng e. Di vê şanoyê de şînhatina pênûsa Şemo û pêkhatina pexşana kurdî mirov dikare bişopîne.

Her wiha navê pirtûkê jî balê dikişîne ser xwe ji ber ku peyva "koçek" jî regdêreke hiyerarşiya dinyayê nîşan dide. "Koç" ji kesên ku ji "Şêx'an" nizmtir ji "Sofî'yan" bilintirin re tê gotin. Her wiha koçektî di navbera şêxtî û sofîtiyê de meqamekî olî ye. Şemo, di vê şanoyê de rûyê oldarekî derewîn aşkere dike, sextekarî û derewên koçekekî deşîfre dike.

Yek ji şanoya kurdî ye

Pirtûka "Reva Jinê" şanoyeke 80 salî ye û hedefa wê jî parastina mafên jinên kurd e. Her wiha di kurmancî de şanoyeke ji şanoyên ewil e. Gava ku Wezîrê Nadir di sala 1935'an de vê şanoyê diweşîne çend armancên wek azadiya jinên kurd, bipêşxistina Şanoya Kurdî û xwedîlêderketina komunîzmê datîne pêş xwe. Di civakek wek civaka kurdan a wê demê de ev her sê armanc ligel gelek xetereyan ji aliyê Nadir ve tê nivîsandin. Wezîrê Nadir, helbestkareke komunîst ku heyranê Melayê Cizîrî ye û di bin bondara wî de gelek dimîne. Şanoya ku nivîsandiye de jî ev tişt xuya dike.

Her wiha her kêlîke jiyana wî de romantîzm, kurdîzm û komunîzm tê dîtin. Di nav van hestan de berhemên xwe afirandin û ev şonaya "Reva Jinê" jî di nav van taybetiyên Nadir de hatiye nivîsandin. Her wiha di wê demê de li ser parastina mafên jinan şanoyek nivîsandin jî giringiyek mezin dide vê pirtûkê.

Pirtûkeke temen 400 salî ye

Pirtûka bi navê "Dîdarê Yar" ya Şêx Şemseddînê Exlatî (1988-1674) xwedî temenekî 400 salî ye û ji bo wêjeya kurdî navekî girîng e. Tişta ku Exlatî û helbestên wî girîng dike ne bi tenê temen dirêjiya helbesta wî û hatina wî ya ji nifşê Malayê Cizîrî ye, her wiha "balkêşî" ya poetîkaya wî ew girîngtir dike. Exlatî jî li ser heywanên wek ker, mişk, keftar, kund, bilbil, şêr û hwd. bi awayekî sembolîk helbest nivîsiye. Ev şêwaza wî hem şêwazeke nivîsîna helbestê ye hem jî pir balkêş e. Exlatî, di helbestên xwe de sembolan pir zêde bi kar anîne. Ji bo ku mirov bikare bigihîje wateya helbesten Exlatî divê mirov zanîna sembolojîk û serwextê zanîna "terîqatan" bizanibe. Ji ber ku Exlatî bi xwe şêxekî xwedî terîqet e.

(wk)