3. Konferansa Netewî ya Ciwanan
Qamişlo 3’yemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd, wê di 26’ê Adarê de li bajaroka Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya gelek rêxistinên ciwanan ên ji çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat bê lidarxistin. Komîteya Amadekar diyar kir ku amadekariyên wan temam bûne û banga tevlîbûnê li hemû rêxistinên ciwanan kir.
Komîteya Amadekar a 3’emîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurdistanê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin di demeke ku tevahiya gelê Kurd daxwaza çareseriya pirsgirêkê dike û têkoşîna qezençkirina maf û azadiya xwe dimeşîne de, berpirsyarî û pêşengiya têkoşînê dikeve ser milê ciwanan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, dîroka gelê Kurd dîroka têkoşîn û lehengiyê ye, lê gelê Kurd heta niha wekî netew nehatiye nasîn, hemî mafên wan ên rewa ji dest hatine girtin. Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku, sedema vê yekê tûnebûna yekîtiya netewî ye û hate bibîrxistin ku ji ber vê yekê ciwanên Kurdistanî hemû hewldanên xwe ji bo yekîtiya netewî didin meşandin.
CIWANÊN KURD AMADEKARIYA KONFERANSA SÊYEMIÎN DIKIN
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ciwanan di 2 salên dawî de bi vê armancê 2 konferansên netewî yên ciwanên Kurdistanê lidar xistine û têkoşîna azadiyê meşandiye. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di vê pêvajoya dîrokî de jî ciwanên Kurd ji bo ku têkoşîna azadiyê bilind bikin ji çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat amadekariyên konferansa 3’emîn dikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, wê konferans di 26’ê Adara 2013’an de li bajaroka Rimêlan ê girêdayî bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya gelek rêxistinên ciwanan bê lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ji bilî rêxistinên ciwanan ên ji çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat, wê gelek mêvan jî di konferansê de amade bin.
Derbarê amadekariyan de jî di daxuyaniyê de hate gotin ku, hemû amadekarî temam bûne û bang li hemû rêxistinên ciwanan hate kirin ku tevlî konferansê bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de helwesta rêxistinên ciwanan ên bi navê Azadî Lawan a girêdayî YNK û Cİwanên Goran, her wiha hemî rêxistinên ku dê tevlî konferansê bibin hatin silavkirin û bang li rêxistina ciwanan a bi navê Yekîtî Lawan jî hate kirin ku tevlî xebata netewî bibe û cihê xwe yê layîq bigire.