1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 3 nifş di polekê de!..
3 nifş di polekê de!..,3,nifş,di,polekê,de

3 nifş di polekê de!..

Daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî 3 nifş di polekê de gihandin hev

A+ A-

ERDOGAN ALTAN Di kûrsa hînkirina zimanê kurdî ya KURDÎ DER'a Amedê de, daxwaza xwendin û nivisandina zimanê kurdî ya sê nifşan di polekê de gihandin hev. Mamosteyê teqawit ê dewletê 73 salî Mehmethan Kocaoglu, xwendekarê wî yê 56 salî Zekeriye Alacabey û xwendekarê Alacabey, Hacî Bayram a 43 salî di heman polî de dersa zimanê kurdî dibînin.

KURDÎ DER a Amedê ku bi salane atolyeya kûrsa zimanê kurdî vekiriye, di demên dawî de ji zarokan bigire heta 77 salî ji bo zimanê xwe yên zikmakî hîn bibin, diçin kûrsê. Di kûrsa asta duyemîn de daxwaza xwendin û nivisandina zimanê kurdî ya sê nifşan di polekê de gihiştandiye hev. Mamosteyê teqawit a dewletê 73 salî Mehmethan Kocaoglu, xwendekarê wî yê 56 salî ku di nava gel de jê re dibêjin 'Mamoste Zekî' Zekeriya Alacabey û xwendekarê Alacabey, Hacî Bayram a 43 salî di heman polî de dersa zimanê kurdî dibînin. Her sê nifş di heman polî de li tenişta hev rûniştine dîmeneke balkêş derkete holê. Yê herî balkêş jî ew e ku temenê mamosteyên kurdî yê van her sê nifşan ê Mamoste Hesîp Yanliç û Zînet Çagel ji yê her sêyan jî biçûktir e. Ji vê rewşê hem mamoste û hem jî xwendekar kêfxweşin.

'Ez dê di vî temenî de kurdî hîn bibim û mamostetiya zimanê kurdî bikim'

Mehmethan Kocaoglu (73) ku 35 mamostetiya fermî ya dewletê kir û teqawit bûye, bi hatina kûrsa zimanê kurdî kêfxweşiya xwe anî ziman. Kocaoglu, armanca hatina xwe ya kûrsa zimanê kurdî anî ziman û da zanîn ku ew kurdiya xwe pêş bixe û ligel temenê xwe yê mezin mamostetiya zimanê kurdî bike. Kocaoglu, destnîşan kir ku mamostetiya zimanê kurdî xeyala wî ye. Kocaoglu, anî ziman ku ya herî girîng jî ew e ku niha 3 nifş di heman polî de dersa kurdî dibine ye.

'Hem mamosteyê min û hem jî xwendekarê min di heman polê de ye'

Zekeriya Alacabey (56), wiha got: "Dema ez hatim ji bo serî li kûrsa zimanê kurdî bidim, min dît ku mamosteyê min û xwendekarê min di heman polî de ne. Ez pir kêfxweş bûm. Hêsteke cûda bi min re çêbû. Min 27 sal, mamosteyê min jî 35 sal ji tirkan re mamostetî kir. Niha em bi hev re di heman polekê de dersa kurdî dibîn in. Ev tişteke pir xweş e û mirovan bi hîstiyar dike. Me ewqas sal zarokên tirkan fêrî zimanê wan kir, niha em dixwazin bibin mamosteyê zimanê kurdî û zarokên wan jî û yên xwe jî fêrî zimanê kurdî bikin." Alacabey, destnîşan kir ku her çiqas ew bi kurdî jî diaxivîn lê di xwendin û nivisandina kurdî de zahmetî dikşand in. Alacabey, derbirî ku piştî ewqas sal di bin polîtîkaya pişavtinê di polekê di zimanê xwe ders dîtin, hêsteke bêhempa ye. Xwendekarê Zekeriya Alacabey, Hacî Bayram jî ku di heman demî de stranbêj e, diyar kir ku Mamoste Zekeriya di dibistana fermî ya tirkan de mamosteyê wî bû ye, lê niha di heman polî de di heman rûniştekê de dersa kurdî dibîn in. Bayram, da zanîn ku cudahiya vir ji ya dibistana tirkî ew e ku ev der deskeftiyek di encama têkoşînek bêhempa pêk hatiye. Bayram, anî ziman ku mirov xwe di qûrsa kurdî de wek e tu nava malbatekî de bî.

'Dema min ev rewş bihîst nêzî 2 heftî ji ber heyecanê nikaribû ders bida'

Mamosteyê pola Celadet Bedirxan Zînet Çagel, diyar kir ku dema ew tiştek wiha bihîst pir kêfxweş bûye. Çagel, da zanîn ku ev jî dide nîşandan ku temen çi dibe bila bibe daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî heye. Çagel, ev tişt gotin: "Niha li hemberê wan ku her yekê bi dehan sal mamostetiyê kirine, ji ber ez bi temenê xwe gelek ji wan biçûktir im, kelejanek mezin min girt. Ji ber vê rewşî heta 2 heftî jî ji ber heyecanê min nikaribû ders bida. Ligel temenê xwe jî pir bi daxwaz tevlî dersê dibin.

'Ev nîşan dide ku dê pergala pişaftinê ya li ser ziman dê hilweş e'

Mamosteyê wan a asta yekemîn Hesîp Yanliç jî, diyar kir ku ev 6 sale di KURDÎ DER'ê de dersa kurdî dide, cara yekemîn e tiştekê wisa tê serê wî. Yanliç, da zanîn ku sê nifş li pey hevûdû hatine dersa zimanê kurdî dibîn in û destnîşan kir ku ev jî pergala perwerdehiya Tirkiyê nîşan dide ku bi salane çewa pişaftinê li ser zimanê kurdî kiriye. Mamoste Yanliç, wiha got: "Ev jî dide nîşandan ku têkoşîna me dê bi ser bikeve. Dê polîtîkaya pişaftinê hilweş e. Ev her sê nifş ku li pey hev hatine û di polekê di cihê xwe girtine, em ê bidin nîşandan ku em ê karibin perwerdehiya zimanê kurdî ji dibistana seretayî heta dawiya zanîngehê bidin."

(ea/mae)


Bêjeyên Miftehî