3'yemîn Konferansa Sporê dest pê kir
3'yemîn Konferansa Sporê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê û Meclîsa Sporê ya Konseya Bajar a Yerel Gundem 21'ê tê organîzekirin dest pê kir
3'yemîn Konferansa Sporê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê û Meclîsa Sporê ya Konseya Bajar a Yerel Gundem 21'ê tê organîzekirin dest pê kir. Nivîskar Faruk Arhan, diyar kir ku Diyarbakirspor li hemû cihan rastî gotinên nîjadperest hat û wiha got: "Li cihê nîjadperest lê heyî her tim navê Diyarbakirsporê nerehetî da wan. Amed Musa Anter e, Mazlum Dogan e û Kemal Pîr e"
3'yemîn Konferansa Sporê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê û Meclîsa Sporê ya Konseya Bajar a Yerel Gundem 21'ê tê organîzekirin li salona Resepsiyonê ya Tîgrîs a Sumerparqê dest pê kir. Di salona konferansê de pankarta "Li cihê spor lê heyî jiyan heye" hate daliqandin. Midurê Herêmê yê Federasyona Futbolê yê Tirkiyeyê Serkan Bayhan, Serokê Yekîtiya Qulubên Sporê yên Amator ên Amedê Remzî Dayan, Serokê Komeleya Antronorên Futbolê yên Tirkiyeyê Samet Karakoç, Midûrê Xizmetên Spor ê Genclikê Abdullatîf Umut, Serokê Şaxa Tum Bel-Sen Medenî Alpkaya û gelek kesên din tevlî konferansê bûn. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ji ber ku têkildarî binçavirinên li Wanê pêk hatin çû wanê ji konferansê re peyam şand.
Xelatên Mirovên Sporê yên Salê hatin dayîn
Konferans bi dayanî xelatên mirovên sporê yên salê berdewam kir. Xelatê yekemîn di beşa nîşangeriyê de Pervîn Aylîn girt. Piştî xelatê Aylîn axivî û diyar kir ku li herêmê hem astendarî û hem jî weke jin spor bê kirin gelek zor e. Aylîn, anî ziman ku li gel gelek zordariyan wê serkeftinên gelek mezin bi dest xistin. Xelatê mirovê yê sporê yê salê spîkerê NTV'ê Bagiş Erten girt.
Konferans bi rûniştina yekemîn a "Di sporê de cudakarî, nijadperestî û dijberî" dest pê kir. Endamê RTUK'ê Doç. Dr. Ahmet Yildirim moderatoriya wê kir. Nivîskarê Rojnameya Gundemê Dogan Durgun, Nivîskar û Rojnameger Tanil Bora, Nivîskar Faruk Ayhan, Şîrovevanê Sporê Can TV Yilmaz Bay weke axaftvan tevlî bûn. Yildirim, diyar kir ku zimanê futbolê weke zimanê siyasetê ji aştiyê dûr e. Yildirim, anî ziman ku êdî gelek mirov zimanekî dijber tê bikaranîn û wiha got: "Kesê diaxive zimanê cudakariyê pêk tîne ferq nîn e. Cudakarî weke tiştek asyî tê dîtin. Ev konferan dibe ku bibe rêbazek."
'Leşkeran: Sloganên 'Qehpe Yunan' berz dikirin'
Pişt re Bora axivî û mînaqên nîjadperest û cudakar ên di sporê de dîtin parvekirin. Bora bûyera di sala 2005'an de li Enqere jiyî bi beşdaran re parev kir: "We demê komeke qelebalik ên weke leşkeran di trîbunan de bûn. Diyarbû leşker bûn. Piştî demekê srudên yunan biçûk bêxwên hatin gotin û sloganên 'Qehbe Yunan' hatin berzkirin."
Durgun jî diyar kir ku piştî kapîtalîzma sporê pêşket ket destê deshilatdaran. Durgun, anî ziman ku piştî ev yek ket destê desthilatdaran weke qada bîrdoziya dewletê bê nîşandan derket holê. Arhan jî diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd heye û Diyarbakirspor di hemû maçên derve rastî gotinên nîjadperest hat. Arhan, anî ziman ku ev yek ji ber neçareseriya pirsgirêka kurd e û di maça Bursaspor û Diyarbakirsporê de sloganên "Ne mutlu Turkum diyene" berz kirin. Arhan, da zanîn ku ev slogan nîjadperest e û wiha got: "Li cîhên nijadperest lêheyî dema ku navê Diyarbakirspor derbas dibû nerehet dibûn. Amed Musa Anter, Mazlum Dogan û Kemal Pîr e"
Bay jî bûyerên ji ber nîjdperestiyê jiyîn bi dîmenen nîşan da û wiha got: "Diyarbakirspor li her cîh weke hemû kurdan temlîs dike hate pêşwazîkirin û rastî gotinên nîjdperest hat."
Konferans piştî nîvro berdewam dike.
(bd/mae)