3 zivistan di konan de derbas dikin
09:52 27.12.2013 1 / 10 WAN (DÎHA) - Li Wanê di 23'ê yê cotmeha 2011'an de erdhej pêk hatibû. Di erdhejê de xaniyê malbata Şan a ji 8 kesan pêk tê jî hilweşiyabû. Ji ber ku alîkarî bi malbata Şan re nehat kirin 3 zivistan di konan de dijîn.
Li Wanê di 23'ê Cotmeh û 9'e Mijdara 2011'an de 2 erdhejên mezin pêk hatibûn. Di erdhejê de 28 hezar û 500 avahî hilweşiya bûn. Yek ji van xaniyan ê malbata Şan bû. Malbata Şan a li taxa Kurubaşê dijîn, ji demê erdhejê heya niha 3 salin di konan de dijîn. Malbata Şan ji ber rewşa wan ya madî nebaşe, nikarin mala xwe ya xirabûyî çêbikin. Ji ber wê jî 3 salin dayîk û bav li gel 6 zarokan di konan de dijîn. Pêdiviyên xwe yên cilşo û serşoyê li odeyekê dikin. Cil û firaxan jî li gel hewaya sar ji der ve dişon.
Du zarokên wan di kon de hatine dunyayê
Di erdhejê de gelek wendahî pêk hatin. Kesekî alîkariya wan nekirin. Fatma Şan diyar kir ku hevserê wê Teyîp Şan ji ber nexweşe nikare bi xwebite û wiha got: "Hevserê min 5 sal berî niha di feqerata pişta xwe emelyat bûye. Piştî emelyatê jî êşa wî rehet nebû, ji ber wê nikare bi xebite." Dayîa 6 zarokan Şan da zanîn ku ev sê salin navê xwe dane malên TOKİ yan û li benda çêkirina wane, lê berpirsê tokiyan diyarkirin ku îsal jî temam nebûye û dê vê zivistanê jî di konan de bimînin. Şan derbirî ku 2 zarokên wê di kon de hatine dunyayê û wiha axivî: "Ji ber qet çareya me nîne, em di konan de dijîn. Ez dayîka 6 zarokanim. Zarokek min ya 4 mehî heye. Ez ji nexweşketina zarokên xwe di tirsim."
(zt/mae)