1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 40 komên hunerî beşdarî mîhrîcana hunera zarokan dibin
40 komên hunerî beşdarî mîhrîcana hunera zarokan dibin,40,komên,hunerî,beşdarî,mîhrîcana,hunera,zarokan,dibin

40 komên hunerî beşdarî mîhrîcana hunera zarokan dibin

Di 2’yê tebaxê de di bin durişmeya “Zarok hêvî û pêşeroja civakê ne” de bi beşdarbûna 40 komên şano, mûzîk û dîlanê tê lidarxistin

A+ A-

EKREM BEREKAT

QAMIŞLO – Endamê Komîteya Amadekar a Yekmîn Mîhrîcana Çanda Zarokên Kurd Bêkes Darî diyar kir ku mîhrîcan dê di 2’yê tebaxê de di bin durişmeya “Zarok hêvî û pêşeroja civakê ne” de bi beşdarbûna 40 komên şano, mûzîk û dîlanê tê lidarxistin.

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Yekmîn Mîhrîcana Çanda Zarokên Kurd de, Endamê Komîteya Amadekar a mîhrîcanê Bêkes Darî di hevdîtinekê bi ANHA’yê re diyar kir ku mîhrîcan dê li ser asta Kantona Cizîrê bête lidarxistin û armanca vê mîhrîcanê ew e ku afirêneriya fikrî, hunerî, şano û mûzîkê ya zarokan pêş bixe û zaroka ji zextên ji ber şer û pevçûnên di Sûriyeyê de dûr bixe.

Bêkes destnîşan kir ku mîhrîcan bi sponseriya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Kantona Cizîrê tê organîzekirin û got ku komîteya amadekar ji 7 endaman pêk tê û vê komîteyê jî serdana hemû navendên çand û hunerê yê kantonê kirin û bi gelek komên hunerî yên serbixwe re civiya. Her wiha dê hewl bidin komeke zarokan a herêma Şengalê jî beşdarî mîhrîcanê bikin.

Bêkes diyar kir ku komîteyê bi hemû navendên çandî re şêwaza alîkariya bi mîhrîcanê re nîqaş kirine û hemû pêdiviyên mîhrîcanê peyda kirine.

Bêkes destnîşan kir ku komîteyê kar û xebatên xwe ber bi dawiyê ve birine û mîhrîcan dê di 2’yê tebaxê heta 12’ê tebaxê di bin durişmeya “Zarok hêvî û pêşeroja civakê ne” de bi beşdarbûna 40 komên şano, mûzîk û dîlanê ên Kantona Cizîrê û herêma Şengalê ku temenên wan di navbera 4 û 14 salî de ne, were lidarxistin.

Bêkes got ku hemû çalakiyên mîhrîcanê dê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bêne lidarxistin.

Derbarê aliyên ku dê beşdarî mîhrîcanê bibin de Bêkes diyar kir ku wan peyamên vexwendinê ji gelek komên mûzîk, şano û folklorîk ên hemû pêkhateyên herêmê re şandine.

Endamê Komîteya Amadekar a Yekmîn Mîhrîcana Çanda Zarokên Kurd Bêkes Darî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wan her wiha Hevserokatiya Kantona Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hemû saziyên wê, partiyên siyasî yên hemû pêkhateyên herêmê, rêxistinên ciwan û jinan vexwendine.

(jh/ra)

ANHA