1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 40 qamyon alîkariya ji Bakur derbasî Rojava bû
40 qamyon alîkariya ji Bakur derbasî Rojava bû,40,qamyon,alîkariya,ji,bakur,derbasî,rojava,bû

40 qamyon alîkariya ji Bakur derbasî Rojava bû

A+ A-

DIRBÊSIYÊ - ANF Alîkariyên ku ji Bakurê Kurdistanê hatibûn berhevkirin duh ji deriyê sînor ê Dirbêsiyê bi 40 qamyonan derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Alîkariyên ku ji aliyê partî û rêxistinên sivîl ên Bakurê Kurdistanê li bajarên Şinex, Cizîrê, Persus, Nisêbîn, Şemrex, Qoser, Çolemêrg, Gever, Îskenderon, Wan, Sêrt, Samsur, Stenbol û Amedê hatibûn berhevkirin duh bi 40 qamyonan ji deriyê sînor ê Dirbêsiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Alîkariya ku ji xwarin, derman û şîrê zarokan pêk tê bi beşdariya endamên Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP), Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokan, Serokê Şaredariya Qoserê Ferhan Turk û nûnerên saziyên sivîl radestî komîteya xizmetan a Desteya Bilind a Kurd hatin kirin.

Endamê Komîteya Xizmetan Mihemed Emîn Xelo diyar kir ku ewê van alîkariyan bişînin hemû navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê, her wiha ewê derman û şîrê zarokan radestî Heyva Sor a Kurd bikin.