44'emîn rûniştina siyasetmedarên kurd dest pê kir
44'enîn rûniştina doza KCK'ê ya 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd a li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.
44'emîn rûniştina doza KCK'ê ya 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ku di navde parlementer, şaredar û parazvanên mafên mirovan jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Serê sibê siyasetmedarên kurd bi gelek rîngan ji girtîgehên Amed, Mêrdîn, Mîdyat, Êlih, Sêrt û Çewlîkê anîn Edliyeya Amedê. Siyasetmedar di bin dorpêça polisan û leşkeran de destkelepçekirî anîn edliyeyê. Gelek siyasetmedar û parêzerên wan amade bûn. Di rûniştinê de polîsan derdorê edliyê dorpêç kir û 4 Akrep li pêş tomayan rawestiyan. Li ber deriyê edliyê 3 nokteyên lêgerînê hate avakirin.
Di runiştinê de dê delîlên der barê Tuncay Korkmaz de bêxwendin.
(bd)