1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 44 girtiyên PKK'î ji Amedê sirgûn kirin
44 girtiyên PKK'î ji Amedê sirgûn kirin,44,girtiyên,pkk,î,ji,amedê,sirgûn,kirin

44 girtiyên PKK'î ji Amedê sirgûn kirin

Piştî gireva 68 rojan 44 girtiyên PKK'î ji Amedê sirgûn kirin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li Girtîgeha Tipa D ya Amedê 44 girtiyên PKK'î sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin. Girtiyan diyar kirin ku piştî girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 12'ê Îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveker kirin û piştî 68 rojan dawî li çalakiyê anîn hevalên wan sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin.

700 girtiyên PKK'î yên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê der barê sirgûnkirina 44 hevalên xwe de daxuyanî dan. Girtiyan di daxuyaniyê de wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ya ku, bûye bela serê gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn li hemberî gelê kurd û Tevgera Azadiyê, dev ji polîtîkayênxwe yên kirêt û qirêj bernade û bi hemû awayî êrîşên xwe bênavber didomîne. Di nava sala 2012'an de, di serî de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî û bêhempa da meşandin, pêşberî gerîlayên me operasyonên îmhayê bê navber hat domandin, bi operasyonên qirkirina siyasî, gelê me dagirtin zindanan. Li hemberî van polîtîkayên înkar û îmhayê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên me û gelê me, berxwedanekî bêhempa da meşandin. Me jî wekî dîlên azadiyê bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger xwest bibin parçeyekî vê berxwedanê. Gelê me û raya giştî ya demokratîk a Tirkiye jî, berxwedana me ya 68 rojan berdewam kir de piştgirî dan me. Vê çalakiya me rupoşa AKP'ê derxist holê û rûyê wî paşverû, rantxwariya şer, înkarker û faşîst cereke din derxist holê."

Gintiyan, diyar kir ku feraseta AKP a qirêj, li şuna ku, çalakiya wan bi bangawaziya Rêbertiya xwe berdayî re pirsgirêkên çareser bike, polîtîkayên xwe yên tolhildanê xistiye meriyetê. Girtiyan, da zanîn ku ji Amedê nêzî 50 hevalên wan mişextê girtîgehên rojavayê Tirkiyeyê wekî bajarên Çanakkale, Bandirma, Karabuk, Amasya û Înebolu hatiye kirin. û wiha got: "Di nava van hevalên me de nexweş û kal jî hene Tê gotin ku mişextkirin di rojên pêş de jî wê bi hemû leza xwe berdewam bike. Cardin wê bi dehan rêhevalên me yên girtiyên doza wan berdewam bike bişînin girtîgehên herêmê. Em dixwazin bînin ziman ku ev polîtîkayên tolhildanî û dagirkeriya AKP'ê tu awayî encam nagire û em jî paş de gav navêjin. Em li bendê ne ku hemû raya giştî û gelê me vê mijarê de hişyarbin û bi baldarî tevbigerin.

Girtiyên hatin mişextkirin (sirgunkirin) navê wan û cihê dê biçinê wiha ne:

Girtîgeha Çanakkale:

Înan Akin Hanifî Kanat Ozgur Karagoz Ozgur Çakır Adil Bozkurt Medenî Kaya Îsmet Koluman Şahîn Aslan A.Rahîm Maço

Girtîgeha Karabuk:

Ebedîn Argiş Murat Kozat H.Umut Ozer Enver Oktem Gafur Dundar Mahsum İverendî Ferdî Kaya Rêzan Çelîk Mehmet Çelîk Mahmut Ayaz

Girtîgeha Bandirma

Erdal Polat Mehmet Şanli Nevzat Ozkan Mehmet Dursun Ahmet Gezen A.Kadîr Kizilirmak Mursel Yakişikli Cezaîr Kaya Ferît Orak Reşat Bîtgîn

Girtîgeha Înebolu:

Beşir Arcagok Tahîr Demîralp Abdullah Kaya Mîkaîl Çagrici Murat Aydin A.Rahman Înanç Agît Gîzlenmîş Cuneyt Ekîn Erdal Çetîn Bayram Ari

Girtîgeha Amasya:

Suat Baran Suleyman Kizmaz Tugay Ustuntaş Şahîn Tanriverdî Zulfu Bînbîr

(mae)