1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 4600 xwendekar ji dibistanê hatin dûrxistin
4600 xwendekar ji dibistanê hatin dûrxistin,4600,xwendekar,ji,dibistanê,hatin,dûrxistin

4600 xwendekar ji dibistanê hatin dûrxistin

Di 2 salan de 4 hezar 600 xwendekar ji dibistanê hatin dûrxistin

A+ A-

Wezîr Omer Dînçer ku pêşniyarpirsa Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel bersivand û got, di 2 salên dawî de ji 7 hezar xwendekarên zanîngehê yên ku derbarê wan de doz hatiye vekirin jê 4 hezar û 600 xwendekar ji dibistanê hatine dûrxistin û 55 jî hatine avêtin.

Wezîrê Perwerdeya Netewî Omer Dînçer diyarkir ku, di navbera salên 2010 û 2011’an de bi giştî “di derbarê 7 hezar û 43 xwendekaran de lêpirsîn hatiye destpê kirin”, ji van xwendekaran 4 hezar 602 ji dibistanê hatine dûrxistin û 55 jî hatine avêtin.

Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel ji Serokwezîr Erdogan pirsa “di 2 salên dawî de ji ber pêkanînên YOK û rektoriyê di derbarê xwendekarên zanîngehê bi hinceta, polîtîkayên hikumetê protesto kirin, xerc, hatin û çûn, yûrt, kantîn, xwaringeh, soda anîna dibistanê, simît anîn, bi xwarin ketina dibsitanê, parastina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê, fîtik lêxistin, govend girêdan, bi awayek komî muzik guhdar kirin, pûşî girêdan, rojnameya Evrensel belavkirin, bi armanca bang û danasînê mase vekirin, afîş daliqandin, belavok belavkirin, civîn, çalakî, şahiyên muzîkê, panel, pêşandanên film û weke çalakiyên xwendina pirtûkan çend lêpirsîn hatine vekirin.”

Tuzel her wiha agahiyên cezayên di encama lêpirsînê de girtîn jî xwest. Wezîr Dînçer bersiva pêşniyarpirsê bi spartina daneyên YOK’ê bersiv da û diyarkir ku, di navbera salên 2010 û 2011’an de bi giştî di derbarê 7 hezar û 43 xwendekaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Dînçer bilêv kir ku, di encama lêpirsînên hatîn vekirin de “di du salan de ji 1477 xwendekaran re cezayê hişyariyê, ji 897 xwendekaran re jî yê şermezarkirinê, ji 4 hezar û 602 xwendekaran re jî ji dibistanê dûrxistinê û 55 xwendekar jî ji dibistanê hatine avêtin.”

ANF NEWS AGENCY