1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "49 leşkerên din hatin kuştin"
"49 leşkerên din hatin kuştin",49,leşkerên,din,hatin,kuştin

"49 leşkerên din hatin kuştin"

HPG: Li Şemizînanê 49 leşkerên din hatin kuştin

A+ A-

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê aşkere kir ku di encama pevçûnên duh li Şemizînanê qewimîn de 49 leşker hatin kuştin û helîkopterek bi tîpa skorsky ji aliyê gerîlayan ve hate xistin. HPG’ê ragihand ku pevçûnên li herêmê berdewam dikin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 29'ê Tîrmehê de di saet 05.30'an de li navçeya Şemzînanê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên dixwestin derkevin çiyayê Gûmanê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerê dijmin hatine kuştin leşkerek jî birîndar bûye.

Helîkoptera skorsky hat xistin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di di navbera saet 06.00-20.30'an de di navbera gerîlayan û leşkerên artêşa “dagirker” ên tirk de gelek caran pevçûnên dijwar qewimiye û ev agahî hatin dayîn; “Di saet 16.30'an de li dijî helîkoptereke skorkyan a dixwest hêzên xwe paş de vekişîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de skorsky derbe xwariye, agir girtiye û piştî demekê ketiye xwarê.”

Du helîkopterên din darbe xwarin

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Cardin du helîkopterên skorskyan ên dixwestin ji Tûgaya Şemzînanê derkeve rastî berxwedana gerîlayên me hatiye û naçar maye paş ve vekişe. Di tevahiya rojê de artêşa tirk a nekarî berxwedana gerîlayên bişkîne, li dijî vê herêmê him bi balefirên şer him jî bi hewan û obusan bi dijwarî bombebaradiye. “

49 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand; “Di encama pevçûnên di tevahiya rojê de qewimiye bi giştî 49 leşkerên tirk hatiye kuştin, gelek leşkerên wan jî birîndar bûne. Heta êvarî artêşa tirk ji bo hêzên xwe ji herêmê vekişîne bi dehan helîkopterên skorsky aniye herêmê. Tevger û serweriya gerîlayên me li herêmê hîn jî berdewam dike.”

Li dijî Alaya Şemizînanê çalakî

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “. Di 29'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-12.00'an û 16.00-17.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Alaya Garê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin li gel vê di alayê de zirara maddî çêbûye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 28'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî qereqolên Girana û Rûbarokê ji aliyê gerîlayan ve bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin û hat gotin, “Di encama vê çalakiyê de kamelya wesayiteke kîrpî hatiye derbekirin, li qereqolê jî zirara maddî çêbûye.”

Helîkoptera di 24’ê tîrmehê de derbe xwar ketiye

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 24'ê Tîrmehê de helîkoptera li navçeya Şemzînan'a Colemergê hatibû derbekirin piştî demekê di navbera Gundên Samara û Beyganzê de ketiye xwarê”

Bombebaran didome

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “29'ê Tîrmehê de ji saet 18.00'an heta 30'ê Tîrmehê ber destê sibê bi navber li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Konserve, Girê Karker û Genîştepe ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 29'ê Tîrmehê de ji saet 20.00'an heta 30'ê Tîrmehê (îro) saet 06.00'an bi navber li dijî Girê Gumokê, Girê Gost, Genîştepe, Ava Hecîbeg û Gundê Nîrkolayê him bi balefirênşer him jî bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Li Dêrsimê 2 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “6. Di 29'ê Tîrmehê de di saet 06.00'an de li navçeya Pulemura Dersimê di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên ji qereqola Kirmizikopruyê derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê artêşa tirk derdora xwe bê ser û ber gulebarana kiriye û bi hewan û obusan jî bombebaran kiriye.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî