4 meh in li şuna jineke din tê girtin
Skandala hiqûqê: Gohar Magî 4 meh in li şuna jineke din tê girtin
ALPER ATALAY Skandal dadê yên xelasnabin yeke dên lê hate zêdekirin. Dayîka bi navê Gohar Magî ya 44 salî ya ku di 17'ê nîsanê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê li cem zarokê xwe yê 2 salî dima di bin navê operasyona "KCK'ê" de hate binçavkirin û hate giritn. Derket holê ku navê Magî di îdîanameya ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate amadekirin tuneye.
Di aliyê darizandina bi girtî de ji welatên herî pêşeng Tirkiye tê û pergala dadê bi pêkanînên xwe îmza avête bin sikandaleke din a dadê. Dayîka bi navê Gohar Magî ya 44 salî ya ku li şuna keseke din hate girtin 4 mehin di girtîgehê de tê girtin. Li gel navê Magî di îdîanameya hate amadekirin de tuneye dîsa jî di girtîgehê de tê girtin. Ji ber ku xwendin û nivîsandina Magî tuneye hevalên wê rewaş wê bi nameyê ragihandin. Di nameyê de hate diyarkirin ku Magî di 17'ê nîsanê de dema ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê li cem zarokê xwe yê 2 salî yê nexweş dima di çarçoveya operasyona bi navê "KCK'ê" ya li bajar pêk hat de hate binçavkirin û hate girtin. Di nameyê de hate gotin ku piştî girtina Magî der heqê dozê de îdîaname hate amadekirin lê di îdîanameyê de navê Magî tuneye û hate gotin Magî neheqî hatiye binçavkirin û girtin.
Weke fîlîm 'Pardon' e
Magî, di nameya xwe de destnîşan kir ku ji ber xwendin û nivîsandina wê tuneye û tirkî jî nizan di binçavan de tu kesî ji wê fêmnekir û wiha hate gotin: "Lê min her tim ji wan re got ez ji ber keseke din hatim binçavkirin. Lê berê guh nedan min pişt re jî ji min fêmnekirin. Zarokê min yê 2 salî nexweş e û di nav cihan deye ez bi heman im li vir im." Magî di nameya xwe de diyar kir ku bi mehan e li şuna kesekî din di girtîgehê de tê girtin û banga bihestiyariyê kir. Di îdînameya ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate amadekirin de navê jineke din tê nivîsandin. Di îdînameyê de navê Magî derbas nabe lê hêj digirtîgehê de tê girtin. Bi vê bûyerê pergala dadê ya Tirkiyeyê hatiye kîjan astê baş nîşan dide.
Rûniştina doza navê Magî lê derbasnabe jî dê di 26'ê îlonê de li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.
(bd)