4 mehin bersîvê nadin rapora girtiyê nexweş
Dîyar TUAD-DER'ê rapora der barê girtiyên nexweş de amade kir û ji Serokomar, Serokwezîr û Wezîrên dewletê re şand. Lê rapora Diyar DUAD-DER'ê hêj nehatiye bersivandin. Serokê komeleyê Sirri Dogan, anî ziman ku ji dîroka ku rapor şandine heta niha tu gav nehatiye avêtin û rewşa girtiyên nexweş her ku dçe xerab dibe. Dogan, anî ziman ku niha 248 girtî rewşa wan giran e û di sînrorê mirinê de dijîn.
Dîyar TUAD-DER'ê ya Amedê 4 meh berê der barê rewşa girtiyên nexweş de raporek amade kir û ji Serokomar, Serokwezîr û Wezîrên dewletê re şand. Lê rapora Diyar DUAD-DER'ê 4 mehin hêj nehatiye bersivandin. Serokê komeleyê Sirri Dogan, anî ziman ku 4 mehin tu gav nehatiye avêtin û pirsgirêka girtiyên nexweş nehatiye çareserkirin. Dogan, anî ziman ku li gel rayedarên dewletê ji gelek saziyên sivîl ên civakî re jî rapor şandine, lê ji saziyan jî tu deng derneketiye. Dogan, destnîşan kir ku di demên dawî de li ser girtiyan zext û zor zêde dibin û ev yek dibe sedema mirinên girtiyên nexweş. Dogan, bilêv kir ku di 2 hefteyên dawî de 2 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û
Dogan, bilêv kir ku girtîgehên Tirkiyeyê bûye cih û warê girtiyên nexweş û cihê kesên nayên dermankirin û wiha got: "Girtîgeh bûne aşê mirinê û tirbên servekirî. Hem girtiyên edlî û hem girtiyên siyasî rastî zext û zorê tên. Di bin şert û mercên pir giran de dijîn. Rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên. Rûmeta wan tê şikandin."
Dogan, bibîr xist ku li girtîgehên tîpên F girtiyên nexweş nayên dermankirin û rewşa wan her ku diçe giran dibe. Dogan, da zanîn ku niha 248 girtî di rewşa sînorê mirinê dene û 33 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Em dixwazin ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê çareser bibin. Em dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Em dixwazin tecrîd û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Em dixwazin tecrida giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em dixwazin şert û mercên Brêz Abdullah Ocalan ên li Girtigeha Îmraliyê bê başkirin. Cezayê hucreyê yê li ser Brêz Ocalan rûmetê dişkîne em dixwazin ev şikandina rûmetê bi dawî bibe. Em dixwazin tecrîd bi dawi bibe."
(mae)