1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 4 PKK'î bi kepçeyê di çalê de veşartin!
4 PKK'î bi kepçeyê di çalê de veşartin!,4,pkk,î,bi,kepçeyê,di,çalê,de,veşartin

4 PKK'î bi kepçeyê di çalê de veşartin!

Li navçeya Karazê ya Amedê gora komî ya ayîdî 4 endamên PKK'ê hate dîtin

A+ A-

AMED (DÎHA) -Li navçeya Karazê ya Amedê gora komî ya ayîdî 4 endamên PKK'ê yên di salên 1995-96'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan hate dîtin. Hate ragihandin ku cenazeyên PKK'iya li şuna bibin navçeyê li herêma pevçûnê bi çala ji aliyê kepçeyê ve hate kolandin li ser hatin definkirin.

Li herêmê ji ber şerê 30 salin berdewam dike û pirsgirêka kurd nayê çareserkirin bi hezaran binpêkirinên mafên mirovan pêk tên. Aqubeta hezaran kesên di binçavan de hatin windakirin hêj nayê zanîn û cenazeyên endamên PKK'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan jî an li çoltar an jî di çalên vekirin li ser hev hatin veşartin. Li herêmê bi sedan gorên komî hene û gorekî komî ya din jî derket holê.

Li gorî agahiyan, li gundê Hewrê yê navçeya Karazê ya Amedê di salên 1995 û 1996'an de di navbera PKK'iyan û leşkeran de pevçûn qewimî. Di operasyona cerdevan jî tevlîbûn a li nêzî Kaniya Gorşnîna ya gundê Hewrê de 4 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Di navbera herêma pevçûnê û navçeyê 2-3 kîlometrebûn lê ligel vê yekê cenazeyên PKK'iyan ne birin navçeyê. Leşkeran makîneya kar a şaredariyê birin herêmê û çala kolandin 3 endamên PKK'ê bi komî veşartin.

'Ji zarokên me re gorek jî gelek dîtin'

Welatiyê bi navê Mehmet Aslan ê ku di dema girtiyên siyasî dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin berdena xwe daye bergir, cihê 4 PKK'î lê hatin definkirin nîşanî nûçegihanên DÎHA'yê da. Dema em pirsa çima bedana xwe da ber agir pirsî hêrsa xwe bi wan gotinan anî ziman: "Berê xwe bidin wir. Cihê hûn niha li ser 4 ciwanên kurd lê dirazin. Ji zarokên me re gorekî jî gelek dîtin. Mirov xwe neşewitîne dê çi bike." Aslan, diyar kir ku sala pevçûnê bi tememî bîrnexist û wiha got: "An 1995 an jî 1996 bû. Piştî pevçûnê min bihîstîbû cenaze li vir definkirin. 2-3 roj şunde ez û hevalên xwe ji bi hinek daran kom bikin çû daristanê. Di vegerê de em hatin cihê leşkeran cenaze lê veşartin. Agahiya me bi leşker derdorê hene tunebû. Me li ser gorê dest bi xwendina duayê kir. Hêj me duaya xwe xilasnekîrî leşkeran li girê li hemberî me bang li me kir û gotin 'li wir ranewstin ji wir herin' Em jî li traktora xwe siwar bûn û çûn."

Aslan, da zanîn ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan yek ji Lîceyê bû û wiha axivî: "Gelek malbat li gora zarokên xwe digerin. Li cem me gora 4 ciwanên kurd heye."

Li gorî agahiyan di gora behsa wê tê kirin de ji 4 PKK'iyan yek Hecî Ozer (Gorzî) yê ku ji navçeya Lîceyê ya Amedê ye.

(bd)