4 sal in doz bi dawî nebûne!..
4 sal berê îro opersyonên KCK'ê dest pê kir, lê hêj doz bi dawî nebûye
TURAN TİTİZ
AMED (DÎHA) - Di 14'ê Nîsana 2009'an de bi fermana Dozgerê Komarê yê Amedê û Midûrê Giştî yê Polîsan li dijî siyasetmedarên kurd bi navê doza KCK'ê operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de polîsan li 13 bajaran bi ser 90 navşînan de girt û endam û rêveberên DTP'ê jî di navde 55 kes girtin. Ji 14'ê Nîsana sala 2009'an heta niha nêzî 10 hezar siyasetmedarên kurd hatin girtin. Der barê 10 hezaran siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan û rojnamegeran de doz hat vekirin û hêj didome. 4 sal derbas bûn, lê hêj doz bi encam nebûye.
4 sal berê di 14'ê Nisana 2009'an de li diji siyasetmedar, rewşenbir, şaredar û pêşengên saziyên kurdan de bi navê KCK'ê operasyona siyasî pêk hat. Di operasyonê de 55 siyasetmedar û şaredar hatin girtin. Piştî vê operasyona destpêkê di bin navê doza KCK'ê de bi dehan operasyon hatin lidarxistin û zêdêyî 10 hezar siyasetmedarên kurd hatin girtin. 4 kas di ser operasyonan re derbas bûn, lê hêj dosyayên siyasetmedaran û darizandinên wan bi encam nebûne.
Bîlançoya opersyonên "KCK"ê ya 4 salan wiha ye:
2009
* 14'ê Nîsana 2009'an: Bi fermana Dozgerê Komarê ya Amedê û Midûriyeta Giştî ya Polîsan li dijî 13 bajaran û 90 navnişanan serdegirtin pêk hat. Di serdegirina navnîşanan de 55 kesên di navde Cîgirê Serokê Giştî yê DTP'ê Bayram Altun, Kamuran Yuksek û Parlamentera Şirnexê Selma Irmak û endamê Rêveberiya Navendî ya DTP'ê Mazlum Tekdag jî hebûn.
* Di nîsana 2009'an de 509 kes hatin binçavkirin û 225 kes hatin girtin. Di meha Gulanê de 213 kes hatin binçavkirin û 116 kes hatin girtin. Di hezîranê de 223 kes hatin binçavkirin û 73 kes hatin girtin. Dozyayên tevan bûn yek û heta niha tenê 10 kes serbest hatin berdan.
Di 24'ê Kanûna 2009'an de: Li gel 9 şaredarê BDP'î, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Muharrem Erbey 36 BDP'i derxistin pêşberî dozgeriyê 8 kes li dozgeriyê serbest hatin berdan û 28 kes jî bi daxwaza girtinê şandin dadgeha 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a nobedar. Heyeta dadgehê ku 4 dadger ketin danişînê pîştî îfadeya 28 kesan guhdar kir li gel Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak 5 kes serbest beran û derbarê 23 kesan de jî bi îdîaya 'Endamê Meclîsa KCK'ê ya Tirkiyeyê ne" biryara girtinê da. Kesên hatin girtin wiha ne: "Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê ya hate girtin Prz. Firat Anli, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn, Wekîlê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Alî Şîmşek, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Şaredarê Cizîrê Aydin Budak, Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Muharem Erbey, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredarê Pirsûsê Etem Şahîn, Şaredara Wêranşarê Leyla Guven, Şaredarê Wêranşarê yê berê Emrullah Cîn, Şaredarê Êlihê yê berê Huseyîn Kalkan, Şaredarê Pîranê yê berê Abdullah Akengîn, Midûrê Giştî yê DÎSKÎ Yaşar Sari, Şaredarê Erxenî yê berê Nadîr Bîngol, xebatkarê BDP'ê Cebraîl Kurt, Kordînatorê Yerel Gundem21 Fethî Suvarî, Siyasedmedar Ramazan Debe, Rêveberê GOÇ-DER'ê Abbas Çelîk, Ahmet Makas, Şaredarê Colemêrgê yê berê Kazim Kurt û Takibe Turgay hatin girtin.
2010
* Operasyona siyasî di sala 2010'an de mezintir bû. Di sala 2010'an de pêla operasyonan bêtir rêveberên DTP'ê da ber xwe. Di sala 2010'an de operasyona 5'emîn i dijî BDP'ê pêk hağt. Li Dîlok, Semsûr, Mêrsîn, û Hatay jî di navde li 22 nokteyên cuda operasyon pêk hatin û 22 kes hatin binçavkirin. Ji 22 kesan 21 kes ji doza KCK'ê hatin girtin. Di meha sibatê de li Dîlokê 16 kes hatin binçavkirin û tev hatin girtin. Di 13'ê Sibatê de li Mêrdîn, Sêrt, Wan, Colemêrg, Dîlok, Mûş û Agiriyê bi navê KCK'ê operasyon pêk hat. Di operasyonê de Parlamentera BDP'ê ya Mêrtînê Gulser Yildirim û rêvebrên ÎHD'ê jî di navde 131 kes hatin binçavkirin û jê 60 kes hatin girtin.
2011
Opeasyonên di bin navê KCK'ê de di sala 2012'an de jî berdewam kir. Di 3'ê Cotmehê û 10'e kanûna 2011'an de di nava 70 rojan de 410 kes hatin binçavkirin û jê 237 kes hatin girtin. Di operasyonan de Prof. Dr. Buşra Ersanlı, Ragıp Zarakolu, û 36 parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin girtin. Di 10'ê kanûna 2011'an û 20'e Çileya 2012'an de 48 kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin û 36 rojnameger hatin girtin.
* Ji 14'ê Nîsana 2009'an heta cotmeha 2011'an bi tevahî 7 hezar û 748 kes hatin binçavkirin û 3 hezar û 895 kes hatin girtin.
2012
* Di 7'ê Çile de li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin û jê 13 kes hatin girtin. Di 9'ê Çile de li Nisêbînê 9 zarok hatin binçavkirin û 7 zarok hatin girtin. Di 12'ê Çile de li Şirnexê 21 kes hatin binçavkirin û 19 kes hatin girtin.
* Di 13'ê Kanûnê de li 17 bajaran opekasyon pêk hat. Di operasyonê de di navde parlamentera DTP'ê ya berê Fatma Kurtulan û Serokê Giştî yê DEHAP'ê yê berê Tuncer Bakirhan jî di navde 39 kes hatin binçavkirin û jê 31 kes hatin girtin. Di heman dîrokê de li Amedê 22 kes hatin binçavkirin û jê 10 kes hatin girtin.
* Di 21'ê Çile de di bin navê doza "KCK"ê de li gelek navendan operasyon pêk hatin. Operasyonê ku nêzî 40 rojî berdewam kir 449 kes hatin binçavkirn. Ji 449 kesan 327 kes hatin girtin. Di 26'ê Çile de ji 23 kesên yek jê zarok 19 kes hatin girtin. Di 28'ê Çile de li navçeya Qosera Mêrdînê 11 kes hatin binçavikirin û nûnerê Azadiya Welat ê Mêrdînê Azîz Tekin jî di navde 8 kes hatin girtin. Di 30'ê Çile de ji doza "KCK'ê ya Rihayê li ser îfadeyên Gulistan Encu nûçegîhanê DİHA'ê yê Rihayê Murat Çiftç hat girtin.
* Di 4'ê sibatê de li Êlihê di bin navê operasyonâ "KCK'ê de 44 kes hatin binçavkirin û jê 31 kes hatin girtin. Di 9'ê Sibatê de li navçeya Hîlwanê 9 kes hatin binçavkirin. Di 13'ê Sibatê de jî li Stenbolê 49 kes hatin binçavkirin. 5 kes hatin girtin. Di 14'ê Sibatê de 10 kes jê hatin girtin. Di 16'ê Sibatê de di operasyona li dijî KESK'ê de 14 jinên endam û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin û 9 kes hatin girtin.
* Di 1'ê Adarê de li navçeya Cizirê endam û rêveberên BDP'ê jî di navde 20 kes hatin binçavkirin û jê 11 kes hatin girtin.
* Di 27'ê Mijdarê de li Wan, Îdir û Erziromê 51 kes hatin binçavkirin. Ji 51 kesan 19 kes hatin girtin. Li Êlihê jî operasyon pêk hat û 31 kesên di navde rêveberên BDP'ê jî hebûn hatin binçavkirin. ji 31 kesan 24 kes hatin girtin. Di 11'ê kanûnê de dîsa bi navê KCK'ê operason pêk hat û 13 kes hatin girtin.
* Di 2''ê Nîsanê de li Hatay, Edene, Êlih, Qeyserî, Amed, Mêrdîn, Wan û Dêrsimê operasyon pêk hat. Di operasyonê de 21 kes hatin binçavkirin û jê 16 kes hatin girtin.
* Di 13'ê Gulanê de li Riha, Stenbol, Enqere Amed, Eskîşehîr û Mûşê 30 kes hatin binçavkirin. Di operasyonê de ji 30 kesan 22 kes hatin girtin. Di 31'ê Gulanê de dîsa li Rihayê 29 kes hatin binçavkirin û 16 kes hatin girtin.
* Di 6'ê Hezîranê de li dijî xwendekarên zanînehê yê beşa Tenduristiyê operasyon pêk hat. Di operasyona li 7 bajaran de 46 xizmetkarên tenduristiyê 13 doktor hatin girtin.
* Di 6'ê Hezîranê deli Mêrsînê û 6 bajarên din operasyon pêk hat. Di operayonê de Nûçegîhanên DİHA yên Mêrsînê Zeynep Kuriş, Nûnera Rojnameya Azadiya Welat Halime Parlak jî di navde 27 kes hatin binçavkirin û jê 10 kes hatin girtin.
* Di 7'ê Hezîranê de li Wanê Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî di navde 14 kes hatin binçavkirin û jê Bekir Kaya jî di navde 10 kes hatin girtin.
* Di 25'ê Hezîranê de li dijî KESK'ê Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî di navde 72 kes hatin binçavkirin û jê 22 kedkarên tenduristiyê hatin girtin. (22 kes di 10'ê Nîsana 2013'an de serbest hatin berdan)
* Di meha cotmeh3e de li Mêrsînê 38 kes hatin binçakirin. 25 kes bi îdîaya Endamê Rêxistinê ne hatin girtin. Di heman demê de li Amedê jî 2 kes hatin girtin. Nûçegîhanê DİHA yê Mêrsînê Ferhat Arslan piştî serbekt hat berdan dîsa hat girtin.
* Di 26'ê Mijdarê de li Wanê operasona "KCK"ê pêk hat û bi ser nûnertiya DÎHA, Azadiya Welat û gelek saziyên dinde jî girtin. Di operasyonê de 19 kes hatin girtin.
* Di meha kanûnê de li Amed, Êlih, Sêrt û Mêrdînê di operasyona KCK'ê de 85 kes hatin binçavkirin û 48 kes ji doza KCK'ê hatin girtin.
2013
Di 16 rojên ewil yên sala 2013'an de li Meletî, Mêrdîn, Şirnex, Riha û Bedlisê 116 kes hatin binçavkirin û jê 10 kes jê zarok 57 kes hatin girtin.
(mae)