1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 50 Subayên Asayîşê mezûn bûn
50 Subayên Asayîşê mezûn bûn,50,subayên,asayîşê,mezûn,bûn

50 Subayên Asayîşê mezûn bûn

A+ A-

GIRKÊ LEGÊ 02.05.2014 11:40:54 Akademiya Şehîd Mihiyedîn a hêzên Asayîşê li bajarokê Rimêlan perwerdeya 50 subayan bi merasîmekê bi dawî kir.

Di merasîmê de Serokê Desteya Karên Hundir a Herêmê Kenaan Berekat, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam û Endama Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava Aytan Ferhad, amade bûn.

Di perwerdeya bi navê "Şehîd Dewrem" ku 50 subay tevlî wê bûn de û mehekê dom kir, waneyên siyasî, bîrdozî, çandî, têkiliyên Asayîşan bi civakê re, dîroka Kurdistanê, demokrasî, mafê welatî, erkên li ser milê Asayîşan, metirsiyên Rêjîma Baas û waneyên bikaranîna çekan hatin dayîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Kenaan Berekat, Hisên Azam,Ciwan Îbrahîm û Aytan Ferhad axivîn û bi dawîkirina perwerdeyê li subayan pîroz kirin.

Serokê Desteya Karên Hundir Kenaan Berkat di axaftina xwe de da zanîn ku pêwîste perwerde ji hêzên Asayîşê yên Rojava re bên berdewamkirin. Berekat di berdawa axaftina xwe de got ku divê Rêveberiya Asayîşên Rojava perwerdeyan bi awayekî asayî ji endamên Asayîşê re çêbikin.

Piştî axaftinan subayên ku perwerde bi dawî kiribûn sond xwarin ku dê hemû erkên li ser milê wan pêk bînin û dê parastina hemû pêkhateyên Rojava bikin.

Piştî sondê Rêveriya Asayîşan merasîm bi belavkirina bawernameyan li subayan, bi dawî bû.