50 xwendekar hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Anadoluyê 50 xwendekar hatin binçavkirin
Eskîşehîr - Xwendekarên ku xwestin ji bo xwendekarên nû tên Zanîngeha Anadolûyê mêzeya piştgiriyê vekin, rastî êrîşa polîsan hatin û zêdetirî 50 xwendekaran hatin binçavkirin.
Xwendekarên ku xwestin ji bo xwendekarên nû tên û hefteyekê dê qeydên wan yên li cihê Bicihbûna Yûnûs Emre ya Zanîngeha Anadolûyê bidomin, mêzeya nasandina zangîngehê û piştgiriyê vekin rastî qedexeya Rekotortiyê hatin. Xwendekarên ku mêze ne rakirin, polîsên hêzên çevîk hatin û êrîşî xwendekaran kirin. Di êrîşa ku gaza bîberê bikaranîn de zêdetirî 50 xwendekaran binçavkirin.
Êrîşên li dijî xwendekaran, piştî guhertina Rêvebirnameya Dîsîplînê ya YOK’ê ku propaganda dê li zanîngeha siyaset serbest be hate kirin. Duh SGD’yiyên ku xwestin li Zanîngeha Osmangazî standê vekin hatibûn astengkirin. Weke din beriya 2 rojan li Zanîngeha Anadolûyê xwendekarên pola amadekariyê ku xwestibûn qûr bêne hêsanîkirin, hatibûn binçavkirin.
ANF NEWS AGENCY