53 xwendekarên zanîngehê tevli refên gerîla bûn
DILŞER ERNESTO/EVÎNDAR CÛDÎ - BEHDÎNAN/ANF 25.04.2014 09:35:24 53 ciwanên Kurd û Tirk ên li zanîngehên li Tirkiye û Kurdistanê dixwendin, weke nerazîbûnek li polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên neçareseriyê, tevli refên gerîla bûn. Ciwanan li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, "Em bang li tevahiya ciwanên Kurd dikin ku ji bo azadiya gelê Kurd tevli refên gerîla bibin."
Weke nerazîbûnek li polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de gavan neavêje, 53 xwendekarên Kurd û Tirk ên li zanîngehên Tirkiye û Kurdistanê dixwendin li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê re ragihandin ku ew beşdarî refên HPG û YJA Starê dibin. Li ser navê ciwanan xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Botan Serhat daxuyanî da.
Serhat bibîr xist ku bi deklarasyona Newroza 2013'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji bo çareseriya demokratîk-siyasî ya pirsgirêka Kurd pêvajoyeke nû destpê kiriye û got, "Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, firsendeke dîrokî afirand û şens da aliyan.
KCK'ê weke aliyekî hemû berpirsyariyên xwe bi fedekariyeke mezin bicih anî, agirbest îlan kir û çek bêdeng kir. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî xwe ji sînorên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vekişandin. Bi hestiyariyeke mezin tevgeriya ku hemû hewldan û hesabên rantxur û derdorênp rovokator pûç kir."
‘HIKÛMETA AKP'Ê TI JI BERPIRSYARIYÊN XWE BICIH NEANÎ’
Serhat da zanîn ku li gel van federkariyên mezin ên Tevgera Azadiyê û Ocalan, berpirsyarê sereke yê pirsgirêka Kurd û afirînerê êşên bi gelan hatiye kişandin dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ti ji berpirsyarî û wezîfeyên xwe bicih neanî û axaftina xwe wiha dewam kir: Ti gaveke ku hêviya çareseriyê xurt bike û atmosferekê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê biafirîne, neavêt. Berevajî qereqolên nû, kalekol ava kir, hêza xwe ya leşkerî ya li ser sînor û erdnîgariya Kurdistanê xurt kir, lez da çêkirina bendavên bi armanca leşkerî û amadekariya şer kir. Bi zêdekirina projeyên biavkirina dîrok û erdnîgariya Kurdistanê re nîşan da ku ew ti qîmetê nade erdnîgarî û hebûna me.
Ya herî girîng jî di şert û mercên afirînerê stratejiya aştî û demokrasiyê û pêvajoya çareseriyê Rêber Apo de ti guhertin nekir. Ji bo hevdîtinên bi Rêber Apo re tên kirin, bingeheke qanûnî-hiqûqî neafirand."
‘AKP NEÇARESERÎ DESTNÎŞAN KIR’
Botan Serhad diyar kir ku operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd û saziyên wê yên demokratîk ên legal bênavber dewam kirine û destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş ên li zîndanan dîl tên girtin ti gavek neavêtiye.
Serhat anî ziman ku ji çeteyên êrîşî azadiya gelê Kurd a li Rojava dikin re di warê leşkerî û aborî de alîkarî hat dayîn û got, "Bi kurt û kurmancî hikûmeta AKP'ê ti ji wezîfeyên ji bo çareseriyê soza wan dabû, bicih neanî. Mîna li Roboskî, piştî deklarasyona Newroza 2013'an jî serî li komkujiyan da. Li Gever, Lice, Taksîmê bi çekan bi ser mirovên me yên çareserî dixwestin ve çû, ew qetil kir. Bi vî rengî hikûmeta AKP'ê polîtîkayên hikûmetên beriya xwe dûbare kir. Bi polîtîkayên mijûlkirinê re gelê me û raya giştî ya Tirkiyeyê îstîsmar kir, neçareserî kûrtir kir."
‘PÊWÎSTE CIWANÊN KURD LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN NEÇARESERIYÊ TEVLI REFÊN GERÎLA BIBIN’
Serhat di dewama daxuyaniya xwe de got, "Em, weke helwestek li dijî polîtîkayên neçareseriyê yên hikûmeta AKP'ê hatine çiyayên Kurdistanê. Weke xwendekarên Zanîngeha Dîcle, Zanîngeya Yuzuncu Yil a Wanê û hemû zanîngehên din, ji bo xwedî li vîna azadiyê ya gelê xwe derkevin, ji bo li dijî polîtîkayên neçareseriyê yên hikûmeta AKP'ê helwestê nîşan bidin me biryar dan bibin gerîla, biryar dan beşdarî refên HPG û YJA Starê bibin." Serhat herî dawî, di serî de xwendekarên zanîngehan bang li tevahiya ciwanên Kurdistanî kir ku li dijî siyaseta qirkirinê, polîtîkayên neşareseriyê beşdarî refên gerîla bibin.
AMED: DIVÊ CIWAN DI VÊ DEMÊ DE SEKNA HERÎ RADÎKAL NÎŞAN BIDIN
Li dû Serhat ji Zanîngeha Dîcleyê Dilpak Amed mafê axaftinê wergrit û bal kişand ser êrîşên demên dawî li hemberî xwendekarên Kurd ên li zanîngehan tên kirin.
Amed got, "Weke ku tê zanîn di demên dawî de li hemberî xwendekarên Kurd ên li zanîngehan êrîş tên kirin. Ev êrîş bi taybetî li Zanîngeha Dîcleyê destpê kir û li hemû zanîngehan belav bû" û bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê.
Amed diyar kir ku di vê pêvajoyê de barekî giran li ser milê wan ê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber ku em ciwanên vî gelî ne, em hêza parastina gelê xwe û nirxên xwe ne. Em zanin ku îro li Rojava şoreşeke mezin tê jiyîn. Îro li Kobanê li dijî çeteyan berxwedaneke mezin tê nîşandan. Êrîşên çeteyan ên li dijî gelê Kurd ê li Rojava pêk tê, li zanîngeha Dîcleyê jî destpê kir û li tevahiya Kurdistanê belav bû. Divê bûyerên diqewimin wiha bên nirxandin: Armanca AKP'ê hem ji aliyê gelê Kurd hem jî ji aliyê ciwanên Kurd ve tê zanîn. Pêwîste em li dijî van êrîşan, li hemberî polîtîkayên AKP'ê sekneke hîn bêtir radîkal nîşan bidin. Ji ber vê yekê banga me li tevahiya ciwanên Kurd e. Û em dibêjin; Pêwîste em li hemberî êrîşên di vê demê de tên kirin, sekneke herî radîkal nîşan bidin. Li hemberî van êrîşan em Rêberê xwe, gelê Kurd, çanda xwe û zimanê xwe biparêzin. Banga me destpêkê li ciwanên li zanîngehan û ciwanên Kurd e. Em dibêjin, em dikarin jiyaneke azad a nû bi hev re ava bikin. Ev dever, cihê afirandina jiyana nû ye. PKK cihê afirandina jiyana nû ye. Û em dibêjin; werin û em bi hev re jiyana nû biafirînin, Rêberê xwe û gelê xwe azad bikin."
TIRK, TIRKMEN Û ÇERKEZ JÎ HENE
Viyan Tirkmen a bi eslê xwe Tirkmen e jî da xuyakirin ku hevalên wê yên Tirk û Çerkez hene ku pê re hatine û got, "Ez Tirkmeneke ji Nevşehîrê hatime. Li ser navê hevalên xwe yên Çerkezê ji Stenbolê û Tirkê ji Ûşakê hatine diaxivim. Ev pêvajoya demokratîkbûyîn û aştiyê ya Rêbertiyê daye destpêkirin, ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn pêvajoyeke demokratîkbûyîn û aştiyê ye. Ji bo jiyaneke înanî û jiyaneke bi rûmet ez bang li tevahiya ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê dikim ku xwedî li vê têkoşînê derkevin, ji bo bilindkirina têkoşînê tevli refên gerîla bibin."
Gerîla Viyan Tirkmen gotinên xwe bi dirûşma "Bijî Biratiya Gelan, Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan nabe, Jin Jiyan Azadî" qedand.