57. doza sereke ya KCK'ê pêk hat
Di 57'emîn rûniştina doza siyasetmedarên kurd ên Amedê dîsa bi kriza parastina bi kurdî pêk hat û mîkrofon hate girtin. Di dozê de tevlibûna Newroz, merasîmên cenazeyan û xebatên jinan wekî sûc hat nirxandin.
57'emîn rûniştina doza 110 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ku di nav de parlamenterê DEP'ê Hatîp Dicle û parlamenterên BDP'ê Kemal Aktaş û Selma Irmak û edîtorê DÎHA'yê Tayîp Temel jî heye li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Polîsan li derdora Edliyeya Amedê tedbîrên gelek berfireh girtin û piştî lêgerînan welatî ketin edliyeyê. 34 girtî ji ber raporên wan hene tevli rûniştinê nebûn. Berdevkê Hewildana 78'an Celalettîn Can û gelek xizmên girtiyan dozê şopandin. Polîsan edliyeya Amedê bi navê ewlehiyê dorpeç kir. 66 siyasetmedar ji ber ku bi rapor bûn tevli danişînê nebûn. Di danişînê de îdianameyên der barê endama Lijneya Rêvebertiya Meclisê ya partiya girtî DTP'ê Berguzar Kaygisiz hat xwendin.
Çuyîna Kaygisiz ya li derweyî welat, tevlibûna çalakiyên 8'ê Adarê, xebatên ku bi navê partiyê hatî kirin, tevlibûna wê ya Newrozê û merasîmên cenazeyan wekî sûc hate nirxandin. Her wiha tevlibûna wê ya perwerdehiyên ku ji bo berendamên ku bikevin hilbijartina herêmî û peyva "serokatî' wekî "rexistinî" hat dîtin. Kaygisiz xwe parastina xwe bi kurdî kir û da zanîn ku hemû xebatên ku kirine bi qanûnî ye. Her wiha serokê dadgehê axaftina Kaygisiz a bi kurdî dîsa red kir û dengê mîkrofonê qût kir. Parêzera Kaygisiz Nuşin Uysal, da zanîn ku derkevtina wê ya derveyî welat bi qanûnî ye û mafeke xwezayî ye. Uysal, diyar kir ku der barê tevlibûna wê ya Newrozê parastinê nakin, ji ber ku her kesek tevlidibe û dê tevlibibe jî. Uysal, destnîşan kir Kaygisiz li Dêrsimê tevli 8'ê Adarê bû, gelo ev sûc e? Û tevlibûna wê ya merasîma cenazeyan kevneşopiyeke. Uysal, daxuyand ku tiştên ku di îdianameyê de derbas dibin ne sûc in. Parêzer Uysal, got ku her roj li Tirkiyeyê 2 jin tên qetilkirin û qetilkirin li Tirkiyeyê wekî sporeke neteweyî tê dîtin û heke Kaygisiz li hemberî van qetilkirina têdikoşe, ev tişt ne sûc e.
Parêzer Meral Daniş Beştaş, di parastina muvekila xwe de da zanîn ku di îdianameyê de delîleke esasî nîne. Daniş Beştaş, got ku Kaygisiz tenê xebatên partiyeke siyasî kiriye , ji ber ku di doza KCK'ê de tê darizandin wekî asayî nayê dîtin û heke kesekî asayî be dê bihata beraatkirin.
(la/mae)