1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 5 hilbijartiyên kurd ji peyvirê avêtin
5 hilbijartiyên kurd ji peyvirê avêtin,5,hilbijartiyên,kurd,ji,peyvirê,avêtin

5 hilbijartiyên kurd ji peyvirê avêtin

A+ A-

Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Qoserê Ferhan Türk, Şaredara Dêrikê Çaglar Demirel jî di navde 5 hilbijêrên BDP'î yên kurd ên ji doza KCK'ê girtî ne, ji peyvirê girt û dawî li peyvira wan anî.

Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredara Dêrikê Çaglar Demirel jî di navde 5 hilbijartiyên BDP'î yên kurd ên ku di çarçoveya operasyonê di bin navê "KCK'ê" de hatin binçavkirin û girtin, ji peyvirê girt. Wezareta Karê Hundir nivîsek fermî ji şaredariyan re şand û diyar kir ku Şaredar û endamên meclîsê şaredariyê ji ber ku li dijî fikra 4'an a xala 127'an û xala 47'an a hêjmar 5393'an a zagona şaredariyan tev geriya ne ji bo demekê ji peyvirê hatine dûrxistin.

5 hilbijartî ji peyvirê hatin dûrxistin

Şaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên BDP'î ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peyvirê hatin girtin wiha ne: Şaredara Dêrikê ku ji doza KCK'ê girtî ye Çaglar Demirel, Şaredarê Qoserê ku ji doza KCK'ê girtî ye Ferhan Turk, Serokê Meclîsa Giştî ya Mêrdînê Nazim Kok, Wekîlê Şaredara Nisêbînê Ayhan Dogan, Endamê Meclîsa Şemrexê Alî Ozkan."

Wezaretê di nivîsa fermî de anî ziman ku ji ber li diji xala makeqanûnê ya 127'an û zagona şeredariyan a 5393'an tev geriyane ji bo demekê we ji peyvirê girtine. DÎHA (mae)