5 tîmên taybet hatin kuştin
HPG: Li Bedlîsê 5 tîmên taybet hatin kuştin
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a di 1’ê hezîranê de li ser rêya bejahî ya Bedlîs û Sêrtê pêk hat de daxuyaniyek da û diyar kir ku wesayîta 5 tîmên taybet têde bûn rûxaye û 5 tîmên taybet mirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 1'ê Hezîran de di saet 13.30'an de li ser riya Bedlîs Sêrtê li derdora Şîna Dogan li dijî karwaneke leşkerî ya derdikeve operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayiteke 5 tîmên taybet tê de hate rûxandin, 5 tîmên taybet ên di wesayitê de jî hatin kuştin.”
HPG’ê diyar kir ku piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopoterên skorsky û embûlansa ji herêmê dûr xistiye û got; “Herweha bi helîkoptêrên kobrayan li dijî herêmê bombebaran hatiye kirin. Piştî bombebaranê operasyona li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike. “
DEWLETA TIRK WENDAHIYÊN XWE VEDIŞÊRE
Rayedarên Tirk di daxuyaniya der barê çalakiyê de ragihand ku 1 jê bi giranî, bi giştî 5 polîs birîndar bûn. Hêjayê gotinê ye ku Fermandariya Biryargeha Navendî ya HGP’ê bi daxuyaniyek dabû diyarkirin ku dewleta Tirk wendahiyên xwe vedişêre. Alîkarê Serokê CHP’ê û Parlementerê Stenbolê Gursel Tekîn vê daxuyaniya HPG’ê piştrast kiribû. Tekîn bal kişand ser daxuyaniya “Bila êdî dayîk negirîn” a Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û diyar kir; “Her çendî çapemenî veşêre jî, lê di van sê mehên dawiyê de zêdetirê 150 leşkerên me şehîd bûne û dayîk digirîn.”
ANF NEWS AGENCY