62 Çete hatin kuştin
A+
A-
YPGê bîlançoya şerê 3 rojan diyar kir
YPGê bîlançoya şerê 3 rojan a li Qestel Cindo diyar kir. Di şerê van sê rojên dawîn de, 62 çeteyên ku cenazeyên wan bi çavan hatine dîtin, hatine kuştin.
Her wiha komên çeteyan du caran li hev kom bûne ku her carê ji sed kesî hatine pê, YPGê bi tankan li nîvê koma wan daye, lê derbarê mirî û birîndarên vir de hîn agahî nehatine girtin.
Dîsa maleka ku ji aliyê çeteyan ve mîna biryargeh tê bikaranîn, bi tankan hatiye lêdan û mal xerab bûye û şewitiye.
Amîda Kurd
Bêjeyên Miftehî 62,çete,hatin,kuştin