1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 676 kes hatin darvekirin
676 kes hatin darvekirin,676,kes,hatin,darvekirin

676 kes hatin darvekirin

Rêxistina Efûyê: Di sala 2011'an de 676 kes hatin darvekirin

A+ A-

Li gorî rapora rêxistina Efûya Navnetewî li ser cezayên darvekirin û înfazan amadekiriye; li 20 welatan cezayên darvekirinan tê birîn û li seranserî cîhanê 18 hezar û 750 kes li benda darvekirinê ne. 676 kes jî hatine darvekirin. Ji vana 442 kes li Îran û Suudî Arabîstanê pêk hatine.

Rêxistina Efûya Navnetewî rapora xwe ya li ser cezayên darvekirin û înfazan amade kiriye aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji Amerîkayê heta Afrîkayê li cîhanê 20 welatên ku ji sedî 10'ê cîhanê pêk tîne hê jî cezayên darvekirinê tên birîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku piraniya darvekirinan li welatên wekî; Îran, IRak û Amerîkayê pêk bên û wiha hat gotin: "Di dawiya sala 2011'an de 18 hezar û 750 kes li benda darvekirinê ne. 676 kes jî hatine darvekirin. Ji ber ku Çîn û Îranê hejmareke zelal diyar nekiriye em nikarin hejmara teqez bidin. Înfazên li Rojhilata Navîn pêk tên ji sedî 50'î zêde bûne. Ji sedî 99 înfaz li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur pêk tên. Li Iraqê herî kêm 68 înfaz, li Îranê herî kêm 360 înfaz, li Suudî Arabîstanê herî kêm 82 û Yemenê jî herî kêm 41 înfaz pêk hatine. Tenê li Îran û Suudî Arabîstanê hejmara kesên wekî înfaz hatine qeytkirin li gorî 2010'an 149 kes zêde bûne."

'Çîn darvekirinên pêk tîne wekî sira dewletê diveşêre'

Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2011'an de herî zêde li Çînê mirov hatine înfazkirin û ev hevok hatin rêzkirin: "Çîn di mijara cezayên kuştinê de hejmara derketiye holê wekî sira dewletê vedişêre. Darvekirinên ku li Çînê pêk tê êdî nayên ragihandin."

Di mijara darvekirinan de sicîla Îranê xirab e

Darvekirinên kurdên li Îranê jî di raporê de ciheke berfireh girt. Di raporê de li ser Îranê jî wiha hat gotin: "Li Îranê 3 kes di temenê binya 18'yan de hatin darvekirin. Ev yek tê wateya binpêkirina hiqûqa navnetewî jî. Li Îranê 4 kesên din li Suudî Arabîstanê jî kesek ji ber sûçên zarokan hatin înfazkirin. Dîsa li Amerîkayê ku wekî welatê herî pêşketî yê cîhanê tê nasîn 43 kes hatin darvekirin. Gelek sedemên darvekirinê ne adilane ne.

(ak)


Bêjeyên Miftehî