1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 6 roj in bê ceyran in
6 roj in bê ceyran in,6,roj,in,bê,ceyran,in

6 roj in bê ceyran in

6 rojin 7 gundên Amedê bê ceyran in

A+ A-

Li gundê Fenûşê yê Navçeya navendî ya Peyasa Amedê 5 roj in ceyran tune ye. Welatiyê bi navê Mehmet Şah Kerpîç, diyar kir ku di hilbijartinê de parlementerê AKP'ê ji wan re got 'çi pirsgirêkê we hebe em dê çareser bikin'. Lê zêdetirî 4 roj in 7 gund û zêdetirî 30 mezra bê ceyran in. Kerpîç, da zanîn ku ew heqê xwe li AKP'ê û parlamenterê wê Cuma Îçten helel nakin.

Li gundê Fenûşê yê girêdayî Navçeya navendî ya Peyasa Amedê 5 rojin ceyran tune ye. Gundiyê bi navê Mehmet Şah Kerpîç, ji ber demek dirêj e ceyrana wan tune gelek caran bi rêya telefonê li DEDAŞ'ê geriya, lê tu bersîva erênî negirt. Kerpîç, diyar kir ku dema li mafê xwe geriyan ji aliyê rayedaran ve rastî neheqiyê hat. Kerpîç, da zanîn ku ev zêdetirî 5 rojin 7 gund û zêdetirî 30 mezra bê ceyran in û wiha got: "Ji ber ku demek dirêj e li gundên herêmê ceyran tune ez li DEDAŞ'ê geriyam. Min ji rayadarên DEDAŞ'ê west ku pirsgirêkê çareser bikin. Le bi muameleyek der mirovahî nêzî min bûn. Gelek caran bersivê nadin telefonan." Kerpîç, destnîşan kir ku ji dema Ozal ve ceyran hatiye gundê wan û ji wê demê heta niha tu kesî ji bo pirsgirêkê nehatine gundê wan û ceyrana wan çê nekiriye. Kerpîç, aşkara kir ku bi salan e bi gelek pirskirê wan heye lê naye çareserkirin û wiha got; "Ceyran di serdema Ozal de hate gundê me. Lê ji wê rojê heta niha yekîneyên ceyranê ji bo çareseriya ceyranê nehatine gundên me. Gelek caran têl qetiyan. lê me bi derfetên xwe têl girêdan. Di dema hilbijartinê parlementerê AKP'ê ji me ra gotin 'Çi pirsgirêkê we hebin em ê çareser bikin.' Lê niha dema em li wan digerin bersîvê nadin telefonan. Dema bersîv didin jî neheqiyê li me dikin. Ez heqê xwe li AKP'ê û parlamenterê wê Cuma Îçten helel nakim." Kerpîç, diyar kir ku ew nikarin dengê xwe ragihînin tu kesî û wiha berdewam kir: "Walî û Qeymeqam li ser qoltixa xwe ne û pirsgirêkan çareser nekin. Heta niha gelek amûrê wan ên elektronîk ji ber ceyranê şewitiye û gelek mexduriyeta gundiyan heye."

'Em êdî dengê xwe nadin AKP'ê'

Welatiyê bi navê Yasîn Kerpîç, jî diyar kir ku ew gelek cara li DEDAŞ'ê geriyan lê telefona xwe an digrin an jî bersîv nadin wan. Kerpîç, destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka ceyranê li şefê arizeyê ên DEDAŞ'ê geriyaye lê rastdî heqaretê hatiye û got: "Rayedarê DEDAŞ'ê neheqiya 'Ez telefona vî kûçikî venakim çima digeri." li min kir. Tu kes halê me nabîn e. " Kerpîç, di dawiya axaftina xwe de aşkera kir ku dê di hilbijartinê de êdî dengê xwe nedin AKP'ê. Gelek welatiyan anîn ziman ku bi dehan caran ji bo pirsgirêkên xwe nînin ziman serî li rayedaran dirin. lê rayedar bersîvê nadin telefonan.

Rayedarên DEDAŞ'ê jî agahî nedan.

(zb-na/mae)


Bêjeyên Miftehî