6 çete li gundê Kendal hatin kuştin
09:08 07.04.2014 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Komên çete yên DAIŞ'ê xwestin bikevin gundê Kendal ê rojhilatê Kobanê û rastî bersivdayîna YPG'ê hatin. Di encamê de 6 çete hatin kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku agahî ji çavkaniyên YPG'ê girtin komeke girêdayî çeteyên DAIŞ'ê xwestin bikevin gundê Kendal a rojhilatê Kobanê û êrîşan ji hundirê gund pêk bîne. Hate gotin ku komên çete rastî berxwedana şervanên YPG'ê hate û di encamê de pevçûn derketin. Di pevçûndn de 6 çete hatin kuştin û gelek hatin birîndarkirin. Du kuştiyên wan di destê hêzên YPG'ê de ne. Heman çavkaniyan dan zanîn ku hêzên YPG'ê qenasek, kilaşinkovek, dorbîneke şevê, dorbîneke rojê, cercûrên kilaşinkovê, gelek guleyên qilêşan û bombeyên destan hatin destserkirin.
(mae)