1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 700 Kobaniyên vegeriyan tevlî xebatên parastinê bûn
700 Kobaniyên vegeriyan tevlî xebatên parastinê bûn,700,kobaniyên,vegeriyan,tevlî,xebatên,parastinê,bûn

700 Kobaniyên vegeriyan tevlî xebatên parastinê bûn

A+ A-

ŞÎLAN MIHEMED

KOBANÊ – 700 welatiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bibûn vegeriyan û cihê xwe di xebatên komîteyên parastina de girtin.

Kobaniyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bibûn, piştî rizgarkirina herêmê careke din welatî vedegerin bajar û gundên xwe. Rojane bi sedan welatî vedigerin Kobanê, tenê duh di deriyê sînor ê Kobanê re 700 welatî vegeriyan bajarê xwe.

Welatiyên vegeriyan ji ANHA’yê re axivîn û diyar kirin ku ew vedigerin da ku di parastina bajar û gundên xwe de cih bigin û tevlî komîteyên parastinê yên li seranserî kantonê hatine avakirin bibin.

Welatiyê bi navê Samî Mistefa ku duh ji Bakur vegeriya da xuyakirin ku ew vegeriyaye da ku di nava xebatên parastinê de cihê xwe bigire û ev tişt anî ziman: ̎Dema çeteyan di 15’ê îlonê de êrîşî Kobanê kirin, çekên giran bi kar anîn. Gelê herêmê bi armanca xilaskirina zarokan û jinan ber bi Bakur ve koçber bûn.Lê piştî Kobanê hate rizgarkirin, komên çete êrîşên xwe yên li ser herêmê didomîne. Ji ber vê yekê erka me ye ku em vegerin û tevlî komîteyên parastinê ku hatine avakirin bibin.̎

Welatiyê bi navê Farûq Xelîl jî li ser vegera xwe ya Kobanê wiha got: ̎EZ îro vedigerim ser xaka xwe. Dema xerîbiyê dirêj bû, lê ez hatim. Mirov tenê li ser xaka xwe û di nava gelê xwe de rehet dibe. Parastina vê xakê erka hemû kesî ye. Jiyana li ser xakê û parastina wê ji jiyana derve bi rumetire. Ji ber vê yekê min biryar da ku ez vegerim û parastina xaka xwe bikim.̎

Welatiyê bi navê Elî Hemû (60) yek ji welatiyên ku ji Bakur vegeriyane hestê xwe wiha anî ziman: ̎Parastina herêmê erka hemû beşê civakê ye, jin, zilam, ciwan û her kes dikare li gorî hêza xwe bersiva êrîşên komên çete bide. Pêwîste em destê xwe bidin hev û em parastina xaka xwe ku bi sedan şervanan ji bo wê canê xwe feda kirin, bikin.̎

Welatiyê ji Girê Spî Mustefa Mihemed diyar ku ku ew ji Girê Spî ye, dema çete ketin bajarê me hemû gelê kurd koçber kirin û wiha got: “Hêzên YPG’ê bajar rizgarkirin. Min biryar da ku ez vegerim bajarê xwe û di xebatên parastinê de cihê xwe bigrim.Ez ê bi hemû hêza xwe erka xwe ya parastinê pêk bînim û xizmeta gelê xwe bikim. Di vê demê de pêwîstî heye ku hemû kes cihê xwe di nava xebatên parastinê de bigrin, bang min ji hemû kesên li derve jiyan dikin ku vegerin mal û milkên xwe biparêzin.̎

Endamê Asayîşê Nebû Şêx Bekir ê li ber deriyê sînor ê Kobanê parastinê dike got ku ew bi vegera welatiyan kêfxweş dibe û wiha got: ̎Pêwîste me bi parastineke xurt heye, hemû beşê civakê pêwîste tevî xebatên parastinê bibin.̎

(dc/ra)

ANHA