750 welatiyên Kobanê vegeriyan tevlî xebatên parastinê bibin
KOBANÊ – Bêtirî 750 welatiyên Kobanê bi armanca tevlî xebatên parastinê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bibin, vegeriyan Kobanê.
Piştî çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe li dijî herêma Kobanê zêdekirin, welatiyên herêmê ku ji bo kar penaberî Bakur û Başûrê Kurdistanê bibûn, bi armanca parastina herêma xwe li dijî van êrîşên hov vedigerin.
Duh di deriyê sînor ê di navbera herêma Kobanê û Bakurê Kurdistanê re bêtirî 750 welatî ji bo beşdarî nava xebatên parastinê bibin derbasî herêmê bûn.
Yek ji welatiyên vegerîne herêmê yê bi navê Subhî Heman ê ji gundê Qermox ê rojhilatê herêmê ji nûçegihanê ANHA’yê re axivî û diyar kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundên herêmê dijwar bûn wî karê xwe li pey xwe hişt û ji bo beşdarî nava xebatên YPG’ê bibe vegeriya herêma xwe.
Heman destnîşan kir ku bikaranîna çeteyan ji tank û çekên giran nîşan lewaziya wan e û dawiya wan nêzîk bûye û wiha got: “Gelê Kurd bi vîna xwe ya azad li hemberî van çeteyên hov li ber xwe dide û tu carî vîna gelê azad nayê şikandin.”
Heman di axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku bi awayekî lezgîn berê xwe bidin herêmê û alîkariya hêzên YPG’ê di berxwedana li dijî hovîtiya çeteyan bikin û axa xwe ya pîroz ji qirêjiya çeteyan biparêzin.
Welatiyê ji gundên Dugirman ê rojavayê herêmê Fewaz Mihemed ku li derveyî welat dixebitî diyar kir ku dema wî bi êrîşên çeteyan bihîst, ji bo beşdarî nava xebatên parastina axa xwe bibe, tavilê karê xwe berda û berê xwe da herêmê û wiha got: “Eger welat çû pêdivî bi kar jî tune ye. Ez nikarim kiryarên ku çete li dijî herêmê pêk tînin paşguh bikim. Erka parastina herêmê ji hemû welatiyan tê xwestin.”
Mihemed got ku ji bo axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bête parastin ew ê canê xwe feda bike û wiha destnîşan kir: “Ez soz didim ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî êrîşên çeteyên hov li ber xwe bidin. Kesên ku axa wan bête dagirkirin namûs û rûmeta wan jî tê binpêkirin.”
Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Serhildan Kobanê yê ji gundê Bîr Ereb ê rojhilatê herêmê got ku kiryarên çeteyan û bikaranîna wan ji çekên giran re tu carî vîna gel ê azad naşikînin.
Serhildan di berdewama axaftina xwe de got ku çeteyên DAIŞ’ê piştî ku li Mûsilê, Cezaa û gelek dever û herêmên din bi bin ketin dixwazin têkçûna xwe bi van êrîşan veşêrin û wiha dom kir: “Dawiya kiryarên çeteyên DAIŞ’ê dê bi destên şervanên YPG’ê li herêma Kobanê be. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê hate dawî li hemberî hovîtiya çeteyan li ber xwe bidin.”
Serhildan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku beşdarî xebatên parastina axa pîroz bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Êrîşên çeteyan li dijî tevahî gelê Kurd pêk tên û hewl didin ji herêma Kobanê ve dest pê bikin.”
ZEHRA ŞÊX DEMÎR
(jh)