1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 76 rojnameger li girtîgehê cejnê pêşwazi dikin
76 rojnameger li girtîgehê cejnê pêşwazi dikin,76,rojnameger,li,girtîgehê,cejnê,pêşwazi,dikin

76 rojnameger li girtîgehê cejnê pêşwazi dikin

76 rojnameger li girtîgehê cejnê pêşwazi dikin

A+ A-

11:37 19.08.2012 1 / 2 OYKU DİLARA KESKİN

STENBOL (DÎHA) - Di cejna Remezanê de 76 rojnameger di girtîgehê de derbas dikin. Berdevkê Platforma Şewirmendiya Rojnamegerên Girtî (TGDP) Necati Abay, diyar kir ku Tirkiye ji aliyê rojnamegerên girtî ve di rêza ewil de ye û ev rewş ji bo Tirkiyeyê dilêşîye. Abay, xwest rojnameger serbest bên berdan.

Li Tirkiyeyê niha 76 rojnamegerên girtî li girtîgehan cejna Remezanê pêşwazî dikin. Li Tirkiyeyê sala par 60 rojnamegran li girtîgehê cejn pêşwazî kir û îsal 16 rojnamegerên din lê zêde bûn. Bi operasyonên di bin navê "KCK"ê de li dijî çapemeniya kurd hêjmara rojnamegerên girtî heta 106'an derket. Lê piştî hin rojnameger serbest hatin berdan hêjmar daket 76'an. Berdevkê Platforma Şewirmendiya Rojnamegerên Girtî (TGDP) Necati Abay, diyar kir ku Tirkiye ji aliyê rojnamegerên girtî ve di rêza ewil de ye û ev rewş ji bo Tirkiyeyê dilêşîye. Abay, xwest rojnameger serbest bên berdan. Abay, anî ziman ku dixwatin pîşe û karê rojnamegeran ji destê wan bigirin û bi vê yekê azadiya wan ji destê wan bigirin. Abay, anî ziman ku girtina rojnamegeran wan dixin nava fikaran û bi vê yekê nikarin bêjin azadiya çapameniyê. Abay, xwest ji bo azadiya raman û çapemeniyê pêk bê divê berî her tiştî zagona TMK'ê bê rakirin. Abay, da zanîn ku sala par 60 rojnameger girtî bûn û îsal tenê di 20'ê Kanûna 2011'an de di bin navê doza "KCK"ê de 35 rojnameger hatin girtin.

Bila her kes di 10'ê Îlonê de tev li rûniştina rojnamegeran bibin

Abay, bang li her kesî kir û xwest di 10'ê Îlonê de li Edliyeya Çaglayanê tev li rûnişitna rojnamgerên kurd bibin.

(mae)