1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 7 cerdavan û 5 çawiş îstîfa kirin
7 cerdavan û 5 çawiş îstîfa kirin,7,cerdavan,û,5,çawiş,îstîfa,kirin

7 cerdavan û 5 çawiş îstîfa kirin

Li Colemêrgê 7 cerdavan û 5 çawişên pispor îstîfa kirin

A+ A-

7 cerdevanên gundê Nîşe yê girêdayî navedan Colemêrgê yên tevlîbûna operasyonan red kirin dest ji çekan berdan. Hate îdîakirin ku 5 leşkerên bi paye yên li Qereqola Zapê ji ber pevçûnên zêde derûniya wan xerab bû û îstîfa kirin.

Li gorî agahiyan leşkeran bang li cerdevanên li gundê Nîşeyê dijîn kir û xwestin tevlî operasyona Çiyayê Kato bibin. Lê cerdevanan tevlîbûna operasyonê red kirin. Piştî nîqaşan 7 cerdevanên gund dest ji çekan berda. Piştî cerdevanan çekên xwe teslîmî qereqolê kirin ji qereqolê veqetiyan. Hate gotin cerdevanên din ên gund jî amadekariyên îstîfa bikin, dikin.

Li gorî çavkaniyên herêmê 5 çawişên pispor ên li Qereqola Zapê peywirdar ji ber pevçûnên demên dawî yên li ser xeta Şemzînan û Çelê pêk tên derûniya wan xerab bû û îstîfa kirin. Hate gotin ku leşker vegeriyan bajarên lê dijîn.

(bd)