7 girtî li ber sînorê mirinê ne
TUHAD-DER: 7 girtî li ber sînorê mirinê ne
Serokê TUHAD-DER'ê yê Sêrtê Îrfan Baykara, diyar kir ku li girtîgehan 7 girtiyên nexweş yên rewşa wan giran hene.
TUHAD-DER'ê ya Sêrtê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Serokêk TUHAD-DER'ê yê Sêrtê Îrfan Baykara, daxuyanî xwend û diyar kir ku di 15 rojên dawî de li girtîgehan 2 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û girtiyên nexweş nayên dermankirin.
Baykara, da zanîn ku tecrîd û îzolasa li girtîgehên Tirkiyeyê ji girtîgehên Ebu Garîp û Guatanamoyê xerabtir in û 314 rojin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi parêzer û xizmên xwe re hevdîtinê nake. Baykara, destnîşan kir ku berpirsiyarê girtiyê nexweş hikûmeta AKP'ê ye.
Navên girtiyên nexweş ev in:
* Avnî Uçar: Nexweşê pençeserê gulçikê, Girtîgeha Sêrtê * M. Sidik Cengîz: Nexweşê dil, Girtîgeha Sêrtê *Afyon Korkmaz: 10 salin piyê wî yê protez nayê guherîn, Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê. * Cengîz Eker: Nexweşê dil nayê ameliyatkirin, Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. * Lokman Akbaba: Nexweşê miju, Girtîha Tîpa H a Erziromê. * Hasan Alkiş: Tansiyona dil, nexweşiya Behçet û ulser, Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê. * Hazne Haykir: 70 saliye û travmayê derbas dike, Girtîgeha Tîpa M a Midyadê.
(bd/mae)