7 jinên BDP’î hatin girtin
Li Wanê di operasyona serdegirtina malan de ji 13 jinên BDP’î yên hatin binçavkirin, jê 7 jin hatin girtin.
Di 4'ê gulanê de yekineyên midûriyeta polîsan li bajaroka Sixke ya Wanê saet di 03,30'an de bi ser gelek malan de girtibûn û 15 jinên BDP'i binçavkiribûn. Polîsan di serdegirtina malan, Mala Cilşo û Piştevaniya Jinê ya MAYA û VAKASUM'ê de 15 endamên BDP'ê yên jin binçavkiribûn. Polîsan di serdegirtina mal û komeleyan de 11 hardîskên kompîtûran desteser kiribûn û di serdegirtina mal, çilşo û Piştevaniya Jinê ya MAYA û Navneda Pêkanîn û Lêkolîna Pirsgirêkê Jinê ya Wanê (VAKASUM) de 15 jin hatibûn binçavkirin. Ferahat Akın, Civaknasa Şaredariya Sixkê Rojbin Çetin, endama BDP'ê Filiz Aslan, endama meclîsa giştî ya bajar Ayla Tarhan, endama meclîsa şaredariyê Yildiz Çetin, endamên BDP'ê Suna Atabay, Aynur Bagiş û Leyla Aydin, Civaknasa VAKASUM'ê Ceyhan Timur, xebatkara VAKASUM'ê Emine Bozkurt, Fatma Kizil, endama meclîsa BDP'ê Arzu Moco, endama meclmîsa Jinê ya BDP'ê Hatice Abali û bavê Emîne Bozkurt Hazim Bozkurt jî di navde 15 jinên hatin binçavkirin jê 2 heb serbest hatin berdan û 13 jinên BDP’î jî duh piştî îfadeyên emnîyetê sewqî dozgeriyê hatibûn kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadya 13 jinan girt, xebatkara VAKASUM'ê Emîne Bozkurt, Berpirsiyara Mala Cilşo û Şêwirmendiya Jinê ya MAYA Ferahat Akin û endama BDP’ê Fîlîz Aslan serbest berdan. 10 jinên din jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Wanê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya 10 jinan guhdar kir, Endama Meclîsa Şaredariyê Yildiz Çetîn, Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Wanê Hatîce Abali û Civaknasa VAKASUM'ê Ceyhan Tîmur bi biryara darizandina bê girtin serbest berdan. Heyetê der barê 7 jinên bi navê, Arzu Moco, Ayla Tarhan, Seroka Goç-Der’ê Pervîn Ozgur, Civaknasa Şaredariya Sixkê Rojbîn Çetîn û endamê BDP’ê Suna Atabay, Leyla Aydin û Aynur Bagiş de bi îdîaya “Endam rêxistinê ne” girt û şandin girtîgehê.
(bg/mae)