8 kurd hatin kuştin
Li ser sînorê Libnanê êrîş: 8 Kurdan jiyana xwe ji dest dan
Roja 11’ê cotmehê, dema ku wesayitek rêwî dibirin Libnanê, rastî êrşîekê hat û di encamê de 8 Kurdên ji Efrînê bûn jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku di 11’ê cotmehê wesayita ku rêwî dibir Libnanê di rê de li rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de 8 Kurdên ji navçeya Şiyê ya Efrînê jiyana xwe ji dest dan..
Şahidên bûyerê yên agahî dan ANF’ê û ragihandin ku otomobîl rastî êrîşa komeke çekdar a ne diyar hatiye û di encama êrîşê de 8 Kurdan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan, nasnameya 4'an weha ye: Aslan Hesen Hemşo, Ehmed Hisên Qosî, Hisên Çita û Mihemed Musa.
LI HELEBÊ KURDEK DIN HATE KUŞTIN
Di 10’ê cotmehê de jî li herêma Ramûse ya Helebê, di encama şerê di navbera Artêşa rejîma Sûriye û Artêşa Sûriyeya Azad de, Kurdê bi navê Ehmed û Nebî di rê de dimeşiya, gulle lê ket û jiyana xwe ji dest da. Ehmed Nebî weke deh bi hezaran Kurd, ji bo debara xwe ya jiyanê bike li bajarê Helebê kar dikir.
ANF NEWS AGENCY