1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 8'ê Adarê li Qendîlê hat pîrozkirin
8'ê Adarê li Qendîlê hat pîrozkirin,8,ê,adarê,li,qendîlê,hat,pîrozkirin

8'ê Adarê li Qendîlê hat pîrozkirin

A+ A-

EKÎN NÎL - QENDÎL 08.03.2014 09:15:11 8'ê Adarê Roja Jinê Kedkar ên Cîhanê li gundê Enzê yê Qendîlê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Bi armanca pîrozkirina 8'ê Adarê, Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) li gundê Enzê yê Qendîlê şahiyek organîze kir. Şahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê destpê kir, bi stranên Koma Solîn a ji zarokên Qendîlê dewam kir.

Piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser 8'ê Adarê hat xwendin.

Li dû peyamê li ser nave Koma Jinên Bilind (KJB) axaftinek hat kirin û 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê hat pîrozkirin.

Nûnera KJB'ê da xuyakirin ku 8'ê Adarê roja serhildana jinê ya li hemberî neheqî, bêedaletiyê ye û destnîşan kir ku jinê her tim edalet xwestiye. Nûnera KJB'ê ragihand ku herî zêde jin ji komkujiyan zerarê dibînin û anî ziman ku pêwîste êkoşîna li hemberî sîstema bi serdestiya mêr ne tenê di 8'ê Adarê de di hemû deman de bê meşandin.

Li ser navê RJAK'ê jî Tara Qadir mafê axaftinê wergirt û 8'ê Adarê li jinan pîroz kir.

Di şahiyê de hunermend Şîlan Osman, Koma Ariyen û Koma Şehîd Berçem a wargeha Ş. Rustem Cûdî, Hunermend Nûray Koy derketin ser dikê û bi stranên xwe reng dan şahiyê.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.