8ê Adarê û dayikên Roboskiyê...
Her kes li qadan dayikên Roboskiyê jî dê 8'ê Adarê li ser goristanê bin
JİHAT AKÇA / CENGİZ OĞLAĞI Bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ji 1'ê Adarê heta 8'ê Adarê jin ji bo mafê xwe biparêz û daxwazên çîn, zayendî, aborî, siyasî û çandî bînin ziman her roj li qadan in û dengê xwe bilind dikin. Lê di 8'ê Adarê de jinên Roboskiyê ji bo bîranîna 34 welatiyên sivîl ku 14 meh berê ji aliyê balafirên şer ên tirk ve bi bombebaranê hatin qetilkirin bibîr bînin dê roja Jinên Cîhanê li ser goristanê derbas bikin. Dayikên ku zarokên xwe di komkujiyê de winda kirin diyar kirin ku dayik dê di 8'ê Adarê de an li ser gorên zarokên xwe an jî dê li ser gora Sakîne Canliz ya li Dêrsimê derbas bikin. Dayika Selam Encu Semire Encu, diyar kir ku 8'ê Adarê roja wan e, lê êşên ku wan jiyaye hemû hezkirin û xeşikahiya dilê wan ji wan diziye.
Di vê hefteya 8'ê Adarê de, di serî de jinên kurd û hemû jinên cîhanê yên mafê wan û nasnameya wan tê binpêkirin ji bo daxwazên xwe şên nasname û jinê bînin ziman bi meş, xwepêşandan û mîtîngan dadikevin kolanan û daxwazên xwe tînin ziman. Lê gelek dayikên kurdan jî di vê mefa ku bêtir jin doza mafê xwe dikin ji ber ku zarokên wan di komkujî û şer de jiyana xwe ji dest dane 8'ê Adarê li ser gora zaroên xwe derbas dikin. Dayikên 34 welatiyên gundê Roboskiyê yên 14 meh berê ku balafirên şer ên tirk bi bonbebaranê zarokên wan qetil kirin, dê 8'ê Adarê li ser gora zarokên xwe derbas bikin. Dayikên Roboskiyê diyar kirin ku êdî kêf û şahiyên wan nema ye û hemû jiyana wan bi xemgînî û êşê derbas dibe. Hin dayik dê li Roboskiyê li ser gorên 34 welatiyan 8'ê Adarê derbas bikin, hin dayik jî dê li Dêrsimê li ser gora sazumankara PKK'ê Sakine Cansiz derbas bikin. Dayika Serhat Encu Funda Encu, diyar kir ku ji bo dîsa bûyerên wisa dibura nebin û xwîn nerije dê di 8'ê Adarê de roja xwe li ser goristanê derbas bikin. Encu, anî ziman ku ji ber komkujiyan êdî kêf û şahiya wan tev li wan bûye hesnî û xemgînî û dilê wan birîn e. Encu, da zanîn ku dayikan gelek êşên mezin jiyan û li gel vê êşa giran dîsa biratî, edalet u aştiyê dixwazin. Encu, da zanîn ku ji bo heq û hiquqê dê li ser goristanê 8'ê Adarê bibîr bînin. Encu, xwest kujerên 34 welatiyan ronî bibe û bên darizandin û ev komkujiya li ser kurdan bidawî bibe.
'Em dayikên Roboskiyê dixwazin bibin remza aştiyê'
Dayika Huseyin Encu Fatma Encu jî ani ziman ku ji bo wan 8'ê Adarê wekî rojek reş e û wiha got: "Em dayikên Roboskiyê êşa zarokan baş zanin. Ji ber vê yekê dayikên ku derfetên wan hebin dê di 8'ê Adarê de biçin Dêrsimê û li ser gora Sakîne Cansiz kuştina jinên kurd şermezar bikin û 3 jinên kurd bibîr binin. Em wekî dayikên Roboskiyê li ku xwîn birije û li ku kuştin hebe em dê biçin wir. Em dayikên Roboskiyê dixwazin bibin sembol û remza aştiyê. Ji bo ku aştî pêk bê û xwîn bes birije em dê li her derê di nava têkoşînê de bin. Dayika Serhat Encu Halîme Encu, dayika Selam Encu Semire Encu dayika Cemal Encu Hazal Encu ji hest û ramanê xwe anîn ziman û xwest êdî kuştin li ser axa wan bi dawî bibin û bes xwîn birije. Dayikan da zanin ku ji bo şer û xwîn bi dawî bibe dê têkoşîna xwe berdewam bikin û roja 8'ê Adare li ser goristanan derbas bikin.
(mae)