1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 9 Gerîlla Hatin Verêkirin
9 Gerîlla Hatin Verêkirin,9,gerîlla,hatin,verêkirin

9 Gerîlla Hatin Verêkirin

Li Qendîlê ji bo 9 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan merasim

A+ A-

Ji bo 8 gerîlayên jin ên li Qendîlê bi bin aşûtê de man û gerîlayê di encama nexweşiyekê de li Qendîlê jiyana xwe ji dest dan, merasimeke leşkerî hate lidarxistin û gerîla hatin birêkirin.

Di 4’ê adarê de, li devera Dola Kokê ya li Qendîla ser bi Herêman Parastinê yên Medyayê (HPM) di encama ketina aşûtê de 8 gerîlayên jin jiyana xwe ji det dabûn: Zeynep Ulaş bi nasnavê Amed Serdoz, Bêrîtan Şafak (Hulya Gok), Doza Welat (Rozerîn Bilici), Meysa Sipîndar (Someyi Sofizade), Nûda Dilara (Sumeye Polat), Rengîn Şinda (Şehdiya Zeyrik), Rûken Çayan (Nûran Bellier), Zemyan Gilidax (Fatma Çete).

Di 5’ê adarê de jî gerîla Sabrî Açikça yê bi nasnavê Ferhat Koçer, ji ber nexweşiyekê û şert û mercên dijwar ên zivistanê jiyana xwe ji dest dabûn.

DI BIN BARÎNÊ DE MERASIM

Ji bo her 9 gerîlayan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê (HPM) merasimek leşkerî hate lidarxistin. Di merasima di bin barîna berfê de pêk hat de Endama Konseya Rêvebera KCK’ê Sulbus Perî, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Bêrîtan Dêrsim, endama Koordînasyona KJB’ê Kawenda Herekol, Endamê Fermandeya Konseya HPG’ê Fazil Boran û fermandarên HPG’ê amade bûn.

Ji bo cenazeyên gerîlayan ên anîn Goristana Şehîd Mehmet Karasûnûr merasimeke leşkerî hate kirin. Piştî merasimê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sulbus Perî axivî û got; “Ev heval ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd hatin çiyayan û têkoşiyan. Ji ber 8 hevalên me yên di encama ketina aşûtê de jiyana xwe ji dest dan Rûken, Meysa,Rengîn, Doza, Nûda, Bêrîtan, Dcle, Amed û fermandar Ferhat em pir xemgînin. Em sersaxî ji malbatên hevalên me yên şehîd bûne û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

LI HEMBERÎ ŞERT Û MERCÊN DIJWAR JÎ TÊDIKOŞIN

Perî destnîşna kir ku tevgera wan ne tenê li hemberî “dijmin” têdikoşe, li hemberî şert û mercên dijwar jî têdikoşe. Perî diyar kir ku gerîlayên şehîd bûne, bi salan in, di nava refên têkoşîna azadiyê de têdikoşin got; “Van hevalên me li cihên herî dijwar ên şer cih girtin” û wiha domand; “Hevalê Ferhat di şert û mercên herî zor û dijwar de têkoşiyaye û peywira xwe bi cih aniye. Hevalên me yên jin jî, di şerê îsal çêbû de, bi hemû fedekariya xwe li hemberî dijmin têkoşiyane.”

ERDOGAN ÎDÎAYÊN BÊ BINGEH DIKE

Perî bal kişand ser daxuyaniyên Serokezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ênd er barê gerîlayên jin ên jiyana xwe ji dest dane û got; “ Erdogan li ser hevalên me yên di encama qezayan de jiyana xwe ji dest didin polîtîkayê dike. Li ser hevalên me yên li Amedê ji ber jeneratorê jiyana xwe ji dest dan û hevalên me yên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dan îdîayên bê bingeh dike. Dixwaze serê gelê me tevlîhev bike û baweriya gelê me ya bi gerîlayên azadiyê bişkîne” Perî destnîşan kir ku ev yek şerê psîkolojîk e û dê gel ji vê yekê bawer neke û bersiva pêwîst bide.

JI BO GERÎLAYAN DÛA HATIN KIRIN

Xizmên gerîlayên jiyana xwe ji dest dan jî amade bûn û di merasimê de axivîn. Mele Refîq di merasimê de ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dan dûa kir. Mela Refîq piştî dûayan axivî û got; “Bila serê hemû gelê Kurd ê welatparêz sax be. Evane şehîdên Kurdistanê ne. Li gorî ola Îslamê, cihê mirovên bi vî awayî jiyana xwe ji dest didin biheşt e. Bila her kes baş bizane ku Hz. Muhemed gotiye di Îslamê de piştî min şehîd tên. Zextên li gelê Kurd tê kirin, di cîhanê de li tu kesê nayê kirin. Ên li vir dimirin şehîd in û yên dijîn jî serbilind in. Lê dê mirovên xayîn rezîl bibin û zalim dê bişkên. Hûn hemû sax bin. Hûn serkeftina me ne. Xwedê we hemûyan biparêz.”

Piştî axaftinan gerîlayan dirûşimên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” qêriyan. Piştî merasimê wecîbeyên olî hatin bicihanîn û cenazeyên her 9 gerîlayan spartin axê.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî