9 gund di bin avê de dimînin
Gundiyên 40 roj berê Konê Raperînê li dijî Bendava Pembelîkê ya ji aliyê Şîrketa Limak Holdîngê ve li ser Çemê Periyê yê gundê Doluca Jêrîn a navçeya Qislê ya Dêrsîmê vedan, çalakiya xwe berdewam dikin. Gundiyên ku naxwazin war û axa xwe terk bikin, diyar kirin ku ew wekî muxatap jî nayên girtin. Welatiyên ku çalakiya xwe di kon de didominîn, diyar kirin ku bi biryarin ku çalakiya xwe heta dawî berdewam bikin. Welatiyan bang li rayedaran kir û xwest li dengê wan xwedi derkevin.
Li Dêrsimê li ser her çem û rûbarekî, li ser her geliyekî projeya HES'ê û bendavekê hatiye avakirin. Pişti li ser geliyên Munzur, Mercan û Pilumoriyayê bendav û Santrolên HES'ê hatin avakirin, niha jî li ser ava Periyê 7 projeyen cuda yên HES'ê tên avakirin. Xebat û amadekariyên projeya HES'ê ku li ser çem û ava Periyê tên avakirin, li gel hemû bertek û nerazibûnan didome. Ger ku ev proje têkevin meriyetê dê 9 gund di bin avê de bimîne. Ger ku xebatên înşaata Bendava Pempelîkê bidomin û ev proje bi dawî bibe, têkiliya welatiyên Dêrsim, Çewlîk û Xerpête ji hev qut bibe. Dê gelek warên jiyanê û ekolojiyê di bin avê de bimîne. Dê gelek şûnwar û warên çandê di bin avê de bimîne. Welatiyên ku gundê wan di bin avê de bimîne, diyar kirin ku ji ber wan 10 sal berê cerdevanî qebûl nekir ji gundê xwe hatin sirgûnkirin, lê niha piştî ku li gundê xwe vegeriyan jî tê xwestin ku vê carê gundê wan di bin avê de bilêhin.
'Em 3 carin sirgun dibin'
Bendava Periyê ku di navbera Dêrsîm, Xerpêt û Çewlîkê de tê avakirin, 9 gundan di bin avê de dihêl e. Li dijî avakirina bendavê welatiyên 9 gundan "Tevgera Gundiyan a Azad" ava kirin û 40 rojin "Konê Raperînê" vedane. Gundiyên ku 40 rojin "Konê Raperînê vedane, çalakiya xwe berdewam dikin. Ji çalakvanan welatiye Gundê Dolucaya Jêrîn Hasan Bîter, bertekên xwe yên li dijî beindavan anî ziman û diyar kir ku we destûrê nadin ku li ser axa wan û rûbarê wan bendav bê avakirin. Bîter, anî ziman ku ew destûr nadin ku bêyî vîna wan bendav bê avakirin û wiha got: "Di salên 1938’an de em carekê sirgûn bûn. Em disalên 1994'an de dîsa sirgûn bûn. Gunde me hatin şewitandin û em ji bi zorê ji gundê xwe hatin derxistin. Piştî 10 sal şûnde em li gundê xwe vegeriyan, niha jî dixwazin ku gundê me di bin avê de bihêle. Niha jî dixwaze em 3'a sêyemîn bên sirgunkirin. Ji bo dolima zeviyên me 4 TL pere dane û dixwazin welatî zeviyê xwe bifiroşin. Ji bo zeviyên me ne 4 TL 4 hezar TL jî bidin em zeviyên xwe nadin."
'Dêrsim projeya bêmirovahiyê ye'
Keyaya gundê Zimtekê Saadet Gonul jî anî ziman ku bi van polîtîkayan dixwazin gundê wan û axa wan bê mirov bilêle û wiha got: "Li ser çem û rûbarên me 7 bendav û HES'ên cuda ava dikin. Dê 9 gund û jiyana 9 gundan di bin avê de bimine. Dê herêmê bê mirov bilêlin. Dê têkiliyên mirovên vir ji hev qut bibe. Em bang li rayedaran dikin û dibejin armanca wan çiye? Di 1938’an û di sala 1994’an de em ji gundên me derxistin. Lê êdî em ji gundên xwe dernakevin."
Hayat Aksoy a 80 salî ku bi tena serê xwe li gundê Dalîbaşê dimîne jî bertekên xwe yên li hemberî bendavan anî ziman û da zanîne ku ger bendav bên avakirin dê xwe di ava bendavê de bixeniqine. Ez bi vî temê xwe bi tena serê xwe di gund de dijîm. Ji ber ku gund ji bo min qada jiyanê ye."
Bila hurmetê nîşanî baweriya me bidin'
Welatiyê bi navê Hasan Arslan, jî bertek nişanî înşaata bendavan da û xwest berî her tiştî hurmhetê nîşanî baweriya wan bidin. Arslan, da zanîn ku ger gundê wan di bin bendavê de bimînin dê gelek warên wan ê dîrokî û baweriyê jî di bin bendavê de bimînin. Arslan, bilêv kir ku ew dê desdûrê nedin vê ku dîrok û çanda wan di bin avê de bimîne. DÎHA
(mae)