9 hezar û 83 girtî li erdê radizên
Cî di girtîgehan de nema: 9 hezar û 83 girtî li erdê radizên
EMİNE ALTINKAYA Li gorî daneyên îstatîstîka meha adarê ya Midûriyeta Giştî ya Girtîgehê ya Wezareta Dadê hêjmara girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê 132 hezar û 369 e. Tenê di 30 rojên dawî de 1752 kes hatin girtin. Li gorî rapora Midûreyata Girtîgehan ji ber ku cih di girtîgehan de nemaye 9 hezar û 83 kes li erdê radizên.
Li Tirkiyeyê her roj siyasetmedarên kurd tên girtin û her roj cih li girtiyên girtîgehan teng dibe. Duh li Bazîdê 15 siyasetmedarên kurd, îro li Wanê 7 siyasetmedarên kurd hatin girtin. Li gorî daneyên îstatîstîka meha Adarê ya Midûriyeta Giştî ya Girtîgehê ya Wezareta Dadê hêjmara girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê 132 hezar û 369 e. Tenê di meha dawî de li Tirkiyeyê Hezar û 7 sed û 52 kes hatin girtin. Li gorî rapora Midûriyeta Girtîgehan li girtîgehên Tirkiyeyê 9 hezar û 83 kes li erdê radizên. Li gorî daneyên TÎHV'ê yê 3 mehên dawî cih di girtîgehan de nemaye. Li gorî rapora Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, li girtîgehên vekirî hezar û 7 û li girtîgehên girtî jî 8 hezar û 76 girtî zêde ne. Li gorî rapora meha Adarê li Tirkiyeyê 125 hezar û 270 girtiyên zilam, 4 hezar û 818 girtiyên jin û 2 hezar û 281 zarok bi tevahî 132 hezar û 369 girtî di girtîgehan de dimînin.
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan di salekê de 8 hezar û 453 girtî zêde bûne. Tenê di meha dawî de hezar û 752 kes hatin girtin. Di meha sibatê de 2 hezar û 226 kes hatin girtin. Di 30 rojên dawî de 1752 kes hatin girtin.
Li Tirkiyeyê 47 hezar û 487 kes hêj doza wan didome û bêyî ceza li girtîgehan tên girtin. 72 hezar û 22 girtî jî ceza li wan hatiye birîn. Ji 72 hezar û 22 kesan 5 hezar û 124 kez ji cezayê "Rêxistina dijzagonî" hatine cezakirin.
Di 3 salên dawî de zêdeyî 8 hezar sisayetmedarên kurd hatin girtin. Di 7'ê hezîranê de d navde Şaredarê Wanê Bekir Kaya û Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cuneyt Caniş jî di navde 10 kes hatin girtin. Duh li Bazîrdê 15 kes û îro li Wanê jî 7 siyasetmedarên kurd hatin girtin.
Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci, anî ziman ku Wezîrê Dadê diyar dike ku dê heta 2014'an girtîgehên nû çêke, lê ev ne çareseriyê dê bi xwe re pirsgirêkên din bîne. Bakkalci da zanîn ku rewşa girtîgehan demokratîkbûna Tirkiyeyê dide nîşan û wiha got: Di dîroka komara Tirkiyeyê de heta niha ew qas kes nehatine girtin. "
(mae)