9 kesên din jî hatin binçav kirin
Li Bedlîs û Tetwanê di serdagirtina malan de 9 welatî hatin binçavkirin
BEDLÎS - ANF Li Bedlîs û Tetwanê di serdagirtina malan de 9 welatî hatin binçavkirin.
Li navenda Bedlîs û navçeya Tetwanê polîs û tîmên taybet di seatên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Hate ragihandin ku polîs û tîmên taybet di seatên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û welatiyên bi navê Mesut Gungordu, Mehmet Îşlek, Alî Ayaz û Ahmet Pîrav hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku welatî bi hinceta "Alîkarî dane rêxistinê" hatine binçavkirin.
Li Tetwanê jî operasyonên binçavkirinê ya hemwext pêk hat. Di serdagirtina malan de ciwanên bi navê Mehmet Gulen, Cevdet Sevîm, Firat Acar, Huseyîn Beyhan û Onur Soranli bi hinceta "Di nava lêgerîna çalakiyan de ne" û "Di nava ciwanên KCK'ê de cih girtine" hatin binaçvkirin. Di serdagirtinê de pirtûk, broşurên hilbijartinê û kompîtur hatin desteserkirin.
Welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê.