9 parêzerên endamen ÇHD'e hatin girtin
Di darizandina doza kesen bi îdîaya endamên "DHKP-C"ê ne de hatin binçavkirin Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli, Serokê Şaxa ÇHD'ê yê Stenbolê Taylan Tanay jî di navde 9 parêzerên endamên ÇHD'ê hatin girtin...
Di darizandina doza kesen bi îdîaya endamên "DHKP-C"ê ne de hatin binçavkirin Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli, Serokê Şaxa ÇHD'ê yê Stenbolê Taylan Tanay jî di navde 9 parêzerên endamên ÇHD'ê hatin girtin...
Di 17'ê Çile de bi îdîaya li dijî endamên "DHKP-C'ê 6 bajaran operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 48 kes hatibûn binçavkirin. Ji 48 knesan 41 kes sewqî dozgerihê hatin kirin. Dozger 13 kes serbest berdan û 28 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeyên wan guhdar kir 5 kes serbest berdan û 12 kes jî girtin. Darizandina Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli jî di navde 10 parêzer jî sewqî dadgehê hatin kirin. 7 kes bi kefaleta ji bo her keî 10 hezar TL serbest hatin berdan. Di darizandina doza 10 parêzeran de Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli, Serokê Şaxa ÇHD'ê yê Stenbolê Taylan Tanay jî di navde 9 parêzerên endamên ÇHD'ê hatin girtin. Kesên hatin girtin navê wan wiha ne. Serokê Gişti yê ÇHD'e Selçuk Kozagaçli, Serokê Şaxa ÇHD'ê yê Stenbolê Taylan Tanay, rêvebera ÇHD'ê yê Stenbolê Guçlu Sevîmlî, Rêvebera ÇHD'a Enqereyê Betul Vangolu Kozagaçlg, Ebru Timtik, Barkin Timtik, Naciye Demir, Şukriye Erdem, Gunay Dag û endamên saziyên sivîl ên civakî, Kamile Kayir, Leyla Arici, Dogan Karataştan, Veysel Şahîn, Yelîz Kiliç, Mahîr Bektaş, Ali Şengul, Guven Usta, Elîf Sultan Kalşen, Şafak Yayla, Ozgur Aydin û Dursun hatin girtin. Hêjmara kesên hatin girtin derket 21 kesan.
Li aliye din 15 kesên din ên lêpirsîna wan xelas bûn sewqî dadgehê hatin kirin.
DİHA