Bandora çanda Tirkî di nava rêzefilmên Kurdî de
Rêzefilmên Kurdî gelek kêm tên çêkirin, lê îsal li gorî salên derbazbûyî di meha Remezanê de çend rêzefilmek Kurdî hatin çêkirin û hatin weşandin. Ev rêzefilm bûn cihê nîqaşê di nava hunermendan de. Li gorî hinekan rêzefilmên Kurdî çawan bin başe ku werin çêkirin. Hinek jî diyar dikin rêzefilmên Kurdî yên îsal kopiya rêzefilmên Tirkî bûn û tenê lîstikvanên wê Kurdî diaxivîn
Bi salane Başûrê Kurdistan di jêr êrîşên leşkerî û dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Li gel êrişên leşkerî metirsiya talankirin û guhertina çand û hunera Kurdî jî heye. Li aliyek xweza û cihên dîrokî yên Kurdistanê tên bombekirin û welatiyên Kurd tên qetilkirin, li aliyê din jî Herêma Kurdistan di warê aborî de wek herêmek dagirkirî tê pênasekirin. Ji berku ji kelûpelên xwarinê bigre ta cilûberg, kelûpelên nava malê, çêkirina rêyan, neft, sotemenî û avahîsazî tev biyanî û beşek zêde jî malên dewleta Tirk e. Di aliyê çêkirina rêzefilmên Kurdî de jî paşkeftinek berbiçav tê dîtin.
Di vir de em dixwazin balê bikşînin ser destpêka weşandina rêzefilmên Tirkî li Başûrê Kurdistanê ku hêdî hêdî bûn sedem êdî rêzefilmên Kurdî neyên çêkirin, yan jî gelek kêm werin çêkirin. Vê rewşê hunermendan xistiye nava fikaran. Hunermend diyar dikin armanca rêzefilmên Tirkî ewe ku çand û rêzefilmên Kurdî were ji bîrkirin.
Ji sala 2007’an ve rêzefilmên Tirkî di kanalên Başûrê Kurdistanê de têne weşandin. Lê ji sala 2013’an û vir ve weşandina rêzefilmên Tirkî bi awayek berbiçav zêde bûne.
Li gorî zanyariyên ku Rojnews’ê li ser nirxên dublajkirina rêzefilman ji kompanyên dublajê wergirtîn, rêzefilmek nû ku bi kalîteya ku ew dixwazin, ji bo yek saetê 1800 dolar didin berhemhênerên rêzefilman. Her wiha ji bo her deqeyek ya dublajê jî li gorî lîstikvanan ji pênc dolara ta heşt dolara tê dayîn. Ger li gorî vê em rêjeyek standart hesab bikîn ji bo her saetek ya dublajê nêzî 400 dolar pêwîst dike.
Kêm rêzefilmên Tirkî ji 200 beşan kêmtirin, hemû ji 200 beşan û berbi jor ve diçin. Ger em hema 200 beşên wê destbigrin, ji bo her beşek ya 60 deqeyî 440 hezar dolar xercî jêre divê ta digihe kanala ku bi weşîne. Ji bo firotina kanalê jî kompanyên dublajê qezenca xwe dixwazin, eger em kêmtirîn rêje hesab bikin, ji bo her beşek ya rêzefilm zêdetirî nîv milyon dolar tê xwestin heya digihe kanalê û ji bo weşandinê tê amadekirin.
Ji dervey xeciya ku li van rêzefilman tê kirin, çandek biyanî jî bixwere tînin Kurdistanê. Bûne sedem heya niha bi dehan malbat ji hev cûda bibin û şîdetê di nava civakê de zêde dikin. Her wiha gelek caran heqaret li Kurdî û pîroziyên Kurdî tê kirin. Ji ber van sedeman di demên derbazbûyî de gelek caran ji aliyê hunermend û rewşenbîran ve kampanya hatine ragihandin ji bo rawestandina weşana rêzefilmên biyanî. Piştre welatiyan jî gelek caran biryara boykota kanalên ku rêzefilman diweşînin dan. Ev bûn sedem ku çend kanalek boykota rêzefilmên Tirkî bike, lê heya niha hinek kanal bi berdewamî van rêzefilman di weşînin.
Wek piştgiriyek ji bo hewlên boykota rêzefilmên biyanî û pêşxistina rêzefilmên Kurdî, îsal çend rêzefilmek Kurdî di kanalên Başûr de hatin weşandin. Li aliyek piştgiriya weşandina van rêzefilman hate kirin, li aliyê din jî bû cihê rexneyan bi sedema ku şêwazê tomarkirina wan heman şêweyê rêzefilmên Tirkî bû. Tevayî karmendên berhemanîna rêzefilm ji bilî lîstikvanan tev ji Tirkiye hatibûn Başûrê Kurdistanê.
Nivîskar Kameran Subhan li ser rêzefilmê ‘Diwaşew’ di nivîsek ya xwe de wiha dibêje: “Rêzefilmê ‘Diwaşew’ mijar û çîrokek ji civaka Kurdî dûre. Nikare civaka Kurdî ji hemû aliyan ve bibîne û bixwîne. Civaka Kurdî jî xwediyê gelek bûyerên kuştin, revandin û tawanên mafyayê têde heye ku bi veşartî mane.”
Li ser heman rêzefilmî Mamostaya Zanîngehê û Pispora Zimanê Kurdî Terîfe Omer jî rexne li xeletiyên ziman girt û got: “Hinek peyv têde hene ti behaneyek ya wan a zanistî nine. Sedema vê yekê jî ewe ku di dema çêkirina rêzefilm yan jî şanoyan de kesên zimanzan û pispor di nava karmendên çêkirina wê de ne amade ne. Pêwîst dike di Beşa Hunerên Xweşik de waneya zimanê rast axivînê wek waneyek were dayîn.”
Ji van nêrînan cûdatir Hunermend û Sekreterê Giştî yê Komeleya Hunerên Xweşik a Şaxê Silêmaniyê Aştî Kemal wiha got: “Ez piştgiriya van rêzefilmên Kurdî dikim, her çiqas hinek kêmûkurtî têde hebin jî carek din em dikarin bi hevre van pirsgirêkan derbaz bikin. Ji bo mînak rêzefilma Diwaşew derhênerê wê zêdetir sûd ji Tirkiye wergirtiye, karên wan zêdetir nêzî yên Tirkî bûn. Zedetir jiyana gelê Tirk nîşan dida.”
Aştî Kemal rexne li anîna karmendên Tirk kir ku ji bo çêkirina rêzefilman anîbûn Başûr û wiha pêde çû: “Em dikarin sûd ji tîmên Kurdî yên ji Rojhilatê Kurdistanê bigrin ku gelek kesayetên jîr di nav de hene. Anîna derhênerên Tirk û Faris xeletiyek mezine. Lîstikvan û derhênerên me yên baş hene. Li Başûr jî zêdetir pirsgirêkên darayî hene. Ji bona wê dema rêzefilm hatin çêkirin dema qala hemû pirsgirêkên civakê têde neyê kirin, wek karek hunerî nayê hesibandin.”
Ji bo bersivdana van rexneyan me peywendî li gel Derhênerê rêzefilmê ‘Diwaşew’ Karox Îbrahîm kir, lê nexwest biaxive.
Her wiha Derhêner Hewraz Mihemed jî da zanîn hertim karkirin ji karnekirinê baştire û bi çêkirina van berheman nifşek nû pêşdikeve. Hewraz got: “Lê dema em li naveroka wê binêrin divê cûdatir be, ji berku rêzefilmên ku hatin çêkirin li gel rexneyan gelek destxweşî jî lê tê kirin. Rexneyên heyî jî piraniya wan li ser senaryo û derhêneriyê ne.”