Bang li ciwanên Sûriyê hat kirin ku bi derewên Tirkiyê neyên xapandin
Çeteyên ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk veqetiyane, bang li ciwanên Sûriyê kirin ku bi derewên dewleta Tirk neyên xapandin û gotin ku armanca Tirkiyê dagirkirina axa Sûriyê ye
TOLÎN HESEN – FATMA IBRAHÎM
EFRÎN –
Çeteyên bi navên Mehmûd Ehmed Mirî, Mihemed Ehmed Humsî, Bebî Mihemed Xeza, Ebdulwehab Ehmed Mişail, Şadî Ebdulkerîm Hec Mihemed û Ela Hemûd Selûm ji bajarê Idlibê ne, li bajarê Babê tevlî nava refên çeteyên dewleta Tirk (Mertala Firatê) bibûn û beşdarî êrîşên li ser gundên Um Hoş, Şêx Îsa yên herêmên Şahbayê bûne.
Ajansa me piştî ku destûr ji Hêzên Asyîşê wergirt, bi wan çeteyan re hevdîtin pêk anî.
Çeteyê bi navê Mihemed Ehmed Humsî (19) ji gundê Bira Armenaz ê girêdayî bajarê Idlibê ye, Endamê çeteyên Tevgera Ehrar El-Şerqiye bû, got ku li hember 300 dolar mehane, beşdarî nava refên çeteyan bû. Lê Mihemed 70 lîreyên Tirkiyê jî wernegirt.
Mihemed anî ziman ku wî li Antakiyayê li ser destê artêşa Tirk a dagirker, perwerdeya leşkerî dît û wiha got: ″Serçeteyê me bi navê Ebû Xalid Hemûd Salih dihatim naskirin. Ebû Xalid rasterast ferman ji artêşa Tirk a dagirker digirt. Dewleta Tirk, gelê Kurd ji me re wekî kafir didan nasîn, da em li hember wan şer bibin û wan ji herêmên wan bidin koçkirin.″
Mihemed anî ziman ku wan fermana êrîşên li ser gundên Um Hoş û Şêx Îsa yên girêdayî herêmên Şahbayê ji dewleta Tirk wergirt. Mihemed cihê xwe di van êrîşan de girtibû û da zanîn ku dewleta Tirk ji bo êrîşên li ser van herêman, ew ji milê leşkerî ve destek dikin, tank û maşîneyên zirxî ji wan re rêdikirin.
Mihemed destnîşan kir ku berxwedana Hêzên Şoreşger a li van herêman ew neçar kirin ku paşve vekişin û sedema veqetîna xwe ji çeteyan vegot: ″Sozên wan derew bûn, ji me re gotin piştî ku bajarê Babê dagir bibe, hûnê malbatên xwe bibînin. Lê destûr nedan ku em malbatên xwe bibînin. Gelek êş bi şêniyên Babê dane kişandin û malên warên kirin. Ez bang li hevalên xwe yên ku hê di nava çeteyan dane, dikim ku vegerin warên xwe û xwe radestî Hêzên Asayîşê bikin, ji ber ku armanca Tirkiyê dagirkirina axa Sûriyê ye.″
Her wiha çeteyê bi navê Şadî Ebdulkerîm Mihemed (22) ji gundê Xefa yê girêdayî bajarê Idlibê ye, Endamê çeteyên Lîwa Sultan Mihemed El-Fatih, beriya meh û nîvekê tevlî nava refên çeteyan bûye, li ser destê artêşa Tirk perwerdeya sûqastê dîtiye, got ku çeteyan soz dane ku wan ku ew ê mehane 300 dolarî bidin wan, lê sozên xwe bi cih nedanîn.
Şadî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ew di bajaroka Etmayê re, derbasî navenda leşkerî ya Antakyayê kirin.
Dewleta Tirk bi riya bajaroja Etmayê ku dikeve bakurê bajarê Idlibê û başûrê Kantona Efrînê, ji bo êrîşên li ser Kantona Efrînê û herêmê Helebê yên rizgarkirî, destek dide çeteyên xwe.
Mihemed destnîşan kir ku komên çete yên Sultan Mihemed El-Fatih, Ceyş El-Ehfad, El-Muntesir û Semerqend jî, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve dihatin perwerdekirin.
Mihemed got ku ew li ser destê serbazên Tirk dihatin perwerdekirin û anî ziman ku piştî perwerde bi dawî bû, ew veguhestin navenda çeteyên Sultan Murad a li gundê Rail ê girêdayî herêma Ezazê.
Mihemed sedema veqetîna xwe wiha vegot: ″Artêşa Tirk em her dixapandin, ji ber vê ez ji wan veqetiyam. Ez bang li ciwanên herêmê dikim ku bi derewên dewleta Tirk neyên xapandin û tevlî komên çete nebin.″
(mm)
ANHA